Hikûmeta Herêma Kurdistanê
WED, 24 APR 2024 00:18 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Daxuyaniya Serokatiya Civata Wezîran li ser pêdana mûçe yên karmendan

TUE, 20 MAR 2018 00:37 | KRG Cabinet

Bankaya Nawendiya Federalî ya Îraqê bi nivîsa jimare 1638 ya roja 19.03.2108ê fermana xerickirina diravî ji bo miaşgirên Herêma Kurdistanê da û pişt re birêz Serokwezîrê Îraqî û peyvdarê fermiyê Hikûmeta Îraqê ev yek pişt rast kir.

Serokatiya Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê bi pêwîstî dizane bi vî awayî li jêr vê pirsê zelal bike:

1- Hikûmeta Federal a Îraqê li gor nivîsa li jor hatiye binav kirin bi eşkereyî îmajê bi wê yekê dike ku  meblexê 317 milyar û 540 milyon û 465 hezar dînar ji bo şayîsteyên darayî yên gişt miaşgirên Herêma Kurdistanê, tevî miaşê hêzên pêşmergeyî jî, xeric kirine, ne bi tenê miaşê timam yê her du wezaretên perwerde  û tendirustiyê ye, û hikûmeta Herêma Kurdistanê pabend kiriye ku bi vî awayê li jêr wî perey xeric bike:

A- Meblexê 281 milyar û 724 milyon û 634 hezar dînar ji bo gişt fermanber û karmendên Herêma Kurdistanê, ji bilî hêzên pêşmerge.

B- Meblexê 35 milyar û 815 milyon û 831 hezar dînar ji bo miaşê pêşmerge.


2- Li gor yasaya budceya Îraqê a sala 2018ê 1 tirlyon û 535 milyar û 795 milyon dînar ji bo çavdêriya civakî, tevî miaşê xanenişînan jî, ku her meh dike 128 milyar dînar hatine xeric kirin, lê di nivîsa li jor hatiye diyar kirin ya Bankaya Nawendiya federalî ya Îraqê de îmaje pê nehatiye kirin û fermana xerickirinê wî pereyî nehatiye dan.

3- Serokatiya Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê tekîd dike ku miaşê miaşgiran, xanenişînî û çavdêriya civakî ku di yasaya budceya Îraqa Federal a sala 2018ê de hatiye destnîşan kirin kêmtire ji şayîsteyên darayî yên maşgirên Herêma Kurdistanê, bi paşxistin jî ve, ji ber vê yekê Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê ew şiyan nîne miaşê tevaya miaşgirên Herêma Kurdistanê bi wî pereyê di budceya Îraqa federal a sala 2018ê de hatiye diyar  kirin  bide, divê pêdaçûn li ser bê kirin.


4- Bi neçarî, Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê, ew pereyê di nivîsa Bankaya Nawendiya Îraqê de hatiye diyar kirin, digel dahatiniyê nefta Herêma Kurdistanê, bi sîsîtema paşxistinê, miaşê meha 11 ya sala 2017ê yê miaşgirên Herêma Kurdistanê bide û pişt re li ber ronahiya van pêşhatan sîstem û dabeşkirina miaş bi ser miaşgiran de,  liberçavgirtina ew dahatiniyê Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê li ber dest heye, di berçvan re bê derbas kirin.

Seroaktiya Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê
19.03.2018