Hikûmeta Herêma Kurdistanê
THU, 25 APR 2024 15:51 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Berfirehbûna têkiliyên navbera Almanya û Herêma Kurdistanê

MON, 23 APR 2018 07:18 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 22.04.2018 li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Gerd Moller wezîrê hevkarî aborî û vejandina Almanyayê û şandeya pê re kir, ku ji hijmareke parlanenterên parlamentoya Almanyayê pêkhatibû kir.

Moller mêrxasiya Pêşmerge û xelkê Kutdistanê di cenga dijî DAÎŞê de û psrastina hemû pêkhateyên cudayên Îraqê ji terorê û xebatên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê   ji bo normalîze kirina têkeliyên bi Îraqê, welatên cîran û cîhanê re bilind nirxandin û got ku welatê wî li ser hevkarî û alîkarî kirina di warê leşkerî û mirovî  ji bo Herêma Kurdistanê berdewam dibe.

Şandeya mêvan diyar kir ku Almanya giringiyeke taybet bi têkeliyên xwe yên dêrîn bi Herêma Kurdistanê re û bi taybetî di warê aborî û bazirganî  dide.

Nêçîrvan Barzanî sipsiya hevkarî û alîkariyên ku Almanya di warê leşkerî û mirovî de pêşkeşê Herêma Kurdistanê dike kir û got pêşde birina têkeliyan ji karên pêşîne yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

Serokwezîr her wiha  ji şandeya mêvan re behsa rewşa diyaloga navbera Bexda û Hewlêrê û çareser kirina beşek ji pirsgirêkên navbera herdu aliyan û rewşa deverê û pirosesa hilbijartinên parlanentoya Îraqê bi giştî kir.

Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe de diyar kir ku derfetên baş yên sermaye razandinê li Herêma Kurdistan û Îraqê hene û ew amadene ji bo hatina kompaniya yên biyanî û Almanî hemû hêsankariyan bikin. Di heman demî de ji Almanyayê xwest di çareserkirina wan pirsgirêkên rastî Îraq û Herêma Kurdistanê hatine bi taybetî di warê îdarî û pêşkeş kirina hevkariyên teknînk de, alîkar be.

Rewşa koçber û penaberên li Herêma Kurdistanî û bi taybetî koçberên êzidî û mesîhî ku rastî gelek derdeserîyan hatine mijarên din yên civînê bûn û Nêçîrvan Barzan sipasiya Almanyayê kir ku giringiyê bi pirsa koçberan dide û beşek ji dosyeyên wan çareser kirine.