Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê roja Pêncşem 2018-05-10 pêşwaziya Douglas Silliman Balyozê Amerîkayê li Îraqê û şandeka pê re kir.
Di hevdîtinekê de nirxandina berheviyên hilbijartinên Îraqê kirin û hêvî xwestin bi awayekê baş û demkokrasî rêve biçe û piştî hilbijartinê jî aliyên Îraqî ji bo ava kirina hikûmeteka nû dest bi diyalogeka cidî bikin, ku bibe sedema dabîn kirina tenahî, pêşxistina siyasî û abûrî.
Silliman hêvî xwest aliyên kurd bi yekdengî û yekrêzî giranî û şiyanên xwe li Bexdayê biparêzin û roleka berçav ji bo serketina hilbijartin û pêk anîna hikûmeta dahatiya Îraqê hebin.
Serikwezîrê Herêma Kurdistanê bi amaje pêdan bi baş rêveçûna kempîna hilbijartinan li Herêma Kurdistanê hêvî xwest piroseya dengdanê li seranserê Îraqê bi vê awayê rêve biçe.
Herwiha xuyakir hewleka cidî didin ku aliyên Kurdistanî li Parlemantoya ayindeya Îraqê wek bilokeka bihêz, yekrêzî û yekdengiya xwe biparêzin û bihêz bikin.