Hikûmeta Herêma Kurdistanê
THU, 25 APR 2024 22:39 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Nêçîrvan Barzanî û Brett McGurk pirsa Îraqê û hilbijartina Kurdistanê dinirxînin

TUE, 11 SEP 2018 20:06 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Roja Sêşem 2018-09-11 pêşwaziya Brett McGurk Nûnerê Serokê Wilayetên Yekgirtiyên Amerîkayê li hevpeymaniya navdewletiya şerê DAIŞê û şandeka pê re kir.

Li hevdîtinekê behsa rewşa niha ya Îraqê, hewlên pêkanîna kabîneya nû ya Îraqê, civînên parlemantoyê ji bo vê yekê kirin.

Herwiha rola Herêma Kurdistanê û hevparî li piroseya siyasî ya Îraqê û pêkanîna kabîneya nû nirxandin û hêvî xwestin bi zûtirîn dem Hikûmeta nû ya Îraqê pêk bihê , ku di berjewendiya hemû pêkhatên Îraqê de be û serdemeka nû  li vî welatî destpê bike.

Her du aliyan behsa rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û berhevî ji bo hilbijartinên parlemantoya Kurdistanê kirin, ku biryar e li roja 30 Îlonê bihê sazkirin.

McGurk kêfxweşiya xwe ji bo sazkirina hilbijartina Parlemantoya Kurdistanê li dema diyarkirî nîşanda û hêvî xwest bi serkevtî rêve biçe.

Li dawiyê jî behsa dawîn pêşhat û rewşa deverê kirin.