Hikûmeta Herêma Kurdistanê
FRI, 19 APR 2024 18:46 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Barzanî û Elawî pirosesa siyasî li Îraqê dinirxînin

SUN, 23 SEP 2018 12:44 | KRG Cabinet

Êvariya roja 22.09.2018ê li bajarê Bexdayê, Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê digel Eyad Elawî serokê Lîsteya Weteniye civiya.

Di civînê de her du aliyan pêşhatên dawiyê yên pirosesa siyasî li Îraqê gotûbêj kir û tekîd li ser giringîya pirosesa siyasiya saxlem li welêt kir ku bikaribe bi awayekî serkeftî digel qonaxa bê li Îraqê bigunce û bi ser hemû arîşe û dijwariyande serbikeve.

Her du alî hevhizir bûn ku li gor pirensîpên sazan, hevbeşî û hevsengî ji bona berjewendiyên Îraqê û hemû pêkhateyan, aliyên siyasî hevkar û hevaheng bin ji bona serokatiya komar û hikûmeta bê ya Îraqê li ser bingeha parastin û liberçavgirtina maf û berjewendiyên timama pêkhateyên Îraqê destnîşan bikin.