Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 23.09.2018ê li bajarê Necefê, digel Miqteda Sedir serokê Tevgera Sedir civiya.
Di civînê de, pirosesa siyasî li Îraqê û paşeroja wê pirosesê, giringiya pabendbûn bi pirensîpên sazan, hevbeşî û hevsengiyê û pêkanîna hikûmetekê li Bexdayê ku bê cudahî xizmetê bike û rengvedana xwestek û mafên hemû gel û pêkhateyên Îraqê be û aramî, emniyet û xizmetgozariyan dabîn bike, gotûbêj kirin.
Pirosesa destnîşankirina serokatiya komar û hikûmeta Îraqê û çend pirs û mijarên din di civîna anvebra serokwezrê Kurdistanê û serokê Tevgera Sedir de hatin behis kirin.