Hikûmeta Herêma Kurdistanê
THU, 25 APR 2024 22:55 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Nêçîrvan Barzanî: Di hilbijartinan de yê qezenckirî xelkê Kurdistanê ye

SUN, 30 SEP 2018 23:13 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja yekşemê 30.09.2018ê li yek ji bingehên dengdanê ji bo hilbijartina parlamentoya Kurdistanê,  li bajarê Hewlêrê dengê xwe da û piştî dengdanê di pireskonferensekê de peyama xwe da û bersiva pirsên rojnamevanan da.

Serowkezîrê di peyama xwe de got: Dengdan mefê her kes û şexsekî ye di vî welatî de, ez hêvîdar im ev hilbijartin bi aramî û bi awayekî aram birêve biçe û xelkê Kurdistanê ji bona hilbijartina nûnerên xwe li parlamentoya Kurdistanê biçin ser sindoqên dengdanê û dengê xwe bidin. Ez daxwazê ji hemû hevwelatiyan û saziyên emin û asayîşê dikim aramiyê biparêzin û gelek giringe ev piroses bi awayekî aram û rêkûpêk derbas bibin. Ev hilbijartin ji bona hilbijartina parlamentoya Kurdistanê ye û bi her awayekî be birawe xelkê Kurdistanê ye. Ew xelk yê ku dixwaze di piroseseke demokratîk de li vî welatî nûnerên xwe hilbijêre. Bêguman divê em hemû bi hev re kar bikin û bi piştevaniya Xweda Kurdistanê ji qonxekê ber bi qonaxeke baştir bibin.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bersiva pirsên rojnamevanan da:

Aloziyên navbeta YNK û PDK

Aloziyeke mezin di navbera PDK û YNkê de nîne. Tu sedemên çêbûna şer di navbera me û YNKê nîne. Xwezayê hilbijartina wisaye ku dema bangeşeya hilbijartina dest pê dike alî û kadîd dixwazin xwe bi baştirîn nîşan bidin û pirograma xwe baştir berçav bikin. Di vê çarçoveyê de her tişt gelek normal e, lê belê eger pirs ew be ku aloziyek mezin di navbera YNK û PDKê de hebe, ez weke şexsê xwe wê aloziyê nabînin û bi baweriya min encama hilbijartina çawa be divê Komisyona hilbijartina ku nûnerên hemû aliyan tê de heye, biryarê li ser encama hilbijartina bide. Li dawiyê ev welat welatê me ye û divê em welatê xwe pêşde bibin.

Berbijêrê serokomariya Îraqê

Pirsa serokomariyê peywendî bi pêkhateya kurd û Kurdistaniyan ve heye, biraderên YNKê berbijêrê xwe birêz Dr. Berhem Salih diyar kiriye û PDKê jî berbijêrê xwe Dr. Fuad Hisên destnîşan kiriye. Li vir gelo kîjan yek ji van dibe nûnerê kurdan yan yekê din dibe jiber ku kesên din hene xwe kandîd kiriye. Ji bona ku em ji pirsê xilas bin me pêşniyar kir ku hemû fraksyonên kurdî yên beşdar di parlamentoya Îraqê de bicivin û di navbera xwe de yek kes destnîşna bikin û ew kes bibe kandîdê kurdan. Bi baweriya me ya herî baş ewe ku fraksyonê kurdistanî li Bexdayê li hev bikin yek kandîd diyar bikin û ya dirust jî eve eger em bixwazin ew kandîd nûneratiya Herêma Kurdistanê bi awayekî giştî bike. Em di nava danûstandina de ne ku biraderên YNKê vê pêşniyarê qebûl bikin û ez hêvîdar im qebûl bikin. gelek giringe kurd bi yek kadîd biçin  nav parlamentoya Îraqê û yek kandîd hebe. Suneyan bi xwe kandîdê xwe diyar kir û ji bo serokatiya parlamentoyê hat hilbijartin. Biraderên Şîye lêdixebitin yek kandîd ji bo serokwezîrtiyê diyar bikin, em kurd jî ji bo berjewendiya Herêma Kurdistanê baştire me yek kandîd hebe. Eger em kurd bi du kandîdan biçin parlamentoya Îraqê dê parlamentoya Îraqê yek kandîd hilbijêre, hilbijartin jî hemû rîsk e û kes 100% encamên hilbijartinan nizane dê encam çi be.  Lê belê em naxwaz in bigehe wê yekê ku em bi du kandîdan biçin parlamentoya Îraqê, ji bo kurdan ne rind û ne şêrîn e. giringe hemû aliyên kurdî bicivin û yek kandîd di navber xwe de hilbijêrin. Em weke PDK  ji xwe piştrast in û  em ji wê yekê natirisin bi kandîdê xwe biçin nav parlamentoya Îraqê, lê belê ev ne baş û ne şêrîn e.

Pêkanîna hikûmeta nû

Bila hilbijartin timam bibe û bi awayekî fermî encamp bên ragehandin, hîngê dê berçavên hemû aliyên siyasî zêdetir zelal bibe ku em bizanibin pêkhateya kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê dê bi çi awayekî be. Bi piştevaniya xweda pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê dirêj nake. Piştî encamp bi fermê tên ragehandin hîngê hemû xebat dê ji bona pêkanîna hikûmetê be.