Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi serokatiya şandeyekê serdanan Bexdayê kir û, roja 17.10.2018ê, digel Heyder Ebadî Serokwezîrê Îraqa Federal civiya û çend mijarên giring û gerim di rojeva Kurdistan û Îraqê de gotûbêj kirin.
Barzanî û Ebadî rewşa siyasî, emnî û aborî nirxand û ji bona jinavbirina şaneyên nivistiyên terorîstan tekîd li ser hevahengî û hevkariya navbera Hewlêr û Bexdayê kirin.
Her du serokawezîran hevhizir bûn ku bi danûstandin û diyalogê di çarçoveya destûra Îraqê de, dikarin hemû pirsgirêkên hilawîstiyên navber Hewlêr û Bexdayê çareser bikin bi awayekî ku di berjewendiya hemû gelên Îraqê de be.