Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 18.10.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Mehdî Eker wezîrê berê yê çandiniyê yê hikûmeta Tirkiyeyê, Hakan Karaçay Konsulê giştiyê Tirkiyeyê li Hewlêrê û şandeya saziya Perwedeyî û Mearifî ya Tirkiyeyê ku ji endamên damezrênerên wê saziyê pêkatibû, kir.
Di civînekê de ku, wezîrê perwerdeyê yê hikûmeta Kurdistanê û hijmareke berpirsên hikûmî amade bûn, şandeya mêvan li hemer civîna bi serokwezîr Barzanî re kêfxweşiya xwe nîşan da û tekîd li ser zêdetir pêşxistina têkeliyên navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê di hemû waran de û bi taybetî di warê berwerdeyê de kir. Herwesa sipasiya hikûmeta Kurdistanê kir ku hevkariya pê re kir û ofîsa saziya xwe Perwerdeyî û Mearifî li Hewlêrê vekir.
Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdanan şandeya Tirkiyeyê kir û tekîd li ser geşkirina têkeliyên navebra Hewlêr û Anqereyê, bi taybetî di warê perwerde û fêrkirinê de ku Tirkiyeyê tecrûbeyeke zengîn di waerê perwede û fêrkirinê de heye, kir.
Barzanî got ku saziya Perwerdeyî û Mearifî ya Tirkiyeyê dikare alîkariya saziyên perwerdeyê yên Herêma Kurdistanê bike û hikûmet jî di vê çarçoveyê de amadeye hêsankariyan bike.