Hikûmeta Herêma Kurdistanê
THU, 25 APR 2024 18:20 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Serokwezîr digel Wezîra Berevaniya Îtalyayê dicive

SUN, 28 OCT 2018 23:53 | KRG Cabinet

Di civînekê de digel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Wezîra Bergiriyê ya Îtalyayê sipasiya hikûmet, pêşmerge û xelkê Kurdistanê kir ku bi mêrxasî rûbirûyê metirsiya DAÎŞê bûn û got ku dê welatê wê li ser alîkarîkirina Herêma Kurdistanê di warê leşkerî û mirovî de berdewam be.

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja yekşemê 28.10.2018ê li bajarê Hewlêrê pêşwazî li wezîra bergiriyê ya Îtalyayê û şandeya pê re ku ji Balyoz Îtalyayê li Îraq û Konsulê wî welatî li Hewlêrê û hijmareke berpirsên leşkeriyê Îtalyayê pêkatibû, kir.

Wezîra bergiriyê ya Îtalyayê sipasiya hikûmet, pêşmerge û xelkê Kurdistanê kir ku bi bwêrane berhingarî DAÎŞê bûn. Şandeya mêvan tekîd li ser wê yekê kir ku Îtalya dê li ser alîkarîkirina Herêma Kurdistanê di warê leşkerî û însanî de berdewam be  û hevkarî û hevahengiya hikûmet û aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê bi hêzên leşekriyên Îtaliyayê re yên li herêma Kurditan û Bendava Mûsilê bilind nirxand ku Bendava Mûsilê ji aliyê kompaniyeke îtalyayî ve tê nûjen kirin.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya hevkarî û alîkariyên di warê mirovî û leşkerî yên di çarçoveya hevpeymaniay dijî DAÎŞê de û di roj û rewşên dijwar de pêşkeşî Herêma Kurdistanê kirine, kir.

Serowkezîr sipasiya serowkezîrê berê yê talyayê kir ku di dem û rewşek dijwar de serdana Herêma Kurdistanê kir û herwesa, sipasiya kopmaniya îtalyayî ya ku Bendava Mûsilê nûjen dike û Îraqê ji metirsiyeke mezin diparêze, kir. Serokwezîr Barzanî xwesteke Herêma Kurdistanê nîşan de ku dixwaze di hemû warande têkeliyên xwe bi Îtalyayê re xurt û berfireh bike.

Pêşhatên dawiyê yên rewşa siyasiya Îraqê, pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqa Fedral û hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê di civînê de hatin gotûbêj kirin.