Di peyameke sersaxiyê de, Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, ji malbatên qurbaniyan re sersaxiyê dixwaze û êrîşa terorîstiya duhî înê 02.11.2018ê li parêzgeha Mîna li Misrê ku hijmarek hevwelatiyên mesîhî t tê de bûn qurbanî, bi dijwarî şermezar dike û dibêje ku berdewamiya kiryarên terorîstiyên DAÎŞê civbaka navdewletî dixe ber berpirsiyariyeke mezintir.
Teksta peyama sersaxiyê:
Em, wê êrîşa terorîstiya duhî roja înê bi awayekî gelek hovane kiriye ser otobuseke medenî li parêzgeha Mîna li Misirê û di encamê wê kiriyarê de hijmareje hevwelatiyên mesîhî jiyana xwe ji dest da û çend jî birîmndar bûn, bi dijwarî şermezar dikin.
Em sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan, gel û hikûmeta Misirê re dixwaz in, em bi wan re hevsoz û hevxem in. Xwedayê mezin sebir û tehemûlê bi hemû aliyan bide û qurbaniyan bixe ber dilovaniya xwe û ji birîndaran re çakbûnê dixwazîn.
DAÎŞê berpisiyariya encamdna wê kiryarê xiste ser xwe û ev yek jî wê rasiyê nîşan dide ku têkşikandina terorê ji aliyê leşkerî ve û li bereyên cengê û rizgarkirina axê ji bin destê wê,bi tenê nebese, berdewamiya kiryarên terorîstiyên DAÎŞê civaka navdewletî dixe ber berpirsiyariyeke mezin ku hemû îmkanên xwe bikin yek û ji bona jinavbirin û nehêlana terorê zêdetir hevahengiyê bikin
Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
03.11.2018