Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja pêncşemê 08.11.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Henrik van Defeld Balyoza Belçîkayê li Îraq û Urdinê û şandeya pê re kir.
Di civînekê de, pirosesa hilbijartin û yekem civçîna parlamentoya Kurdistanê û amadakariyên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê hatin behis kirin û balyozê Belçîkayê ev pêşkeftinên Herêma Kurdistanê yên di hemû waran de bidest ve anîne bilind nirxandin.
Şandeya mêvan behsa pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqa federal kir û bi pêwîstî zanî ku aliyên kurdî bi bihêz beşdariyê di hikûmeta nû ya Îraqê de bikin bi awayekî ku hikûmeta nû di hemû waran de xizmetgozariyan ji bo hemû pêkhatetan dabîn bike û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê çareser bike.
Nêçîrvan Barzanî ji şandeya mêvan re behsa pirosesa siyasî li Herêma Kurdistanê û çewaniya destpêkirina civîn û dîdarên bi aliyên din re ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û di axaftina xwe de îşaret bi pêşveçûnên Herêma Kurdistanê yên di hemû waran de û bi taybetî di warê aborî de û baştir kirina jiyana hevwelatiyan kir.
Serokwezîr berheviya Herêma Kurdistanê nîşan da ku digel hikûmeta Bexdayê dest bi diyalog û danûstandinê bike û hemû arîşe û pirgirêkên hilawîstî di navebra her du aliyand e çareser bike.