Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja pêncşemê 29.11.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Şandiya taybetiya Serokwezîra Brîtanyayê ji bo karûbarên bazirganiya derve, Balyozê Brîtanya li Îraqê û Konsulê giştiyê wî welatî li Herêma Kurdistanê û şandeya bi wan re kir.
Şandeya Brîtanyayê kêfxweşiya xwe li hember pêşkeftinên Herêma Kurdistanê, bi taybetî piştî derbas bûn ji rewşeke dijwar, nîşan da. Diyaloga navbera Hewlê û Bexdayê û çareserkirina beşek ji pirsgirêkên navbera her du aliyan bi gavên erênî wesif kirin.
Şandeya mêvan berheviya welatê xwe nîşan da ku sermayedar û bazirganên welatê xwe han bide berê xwe bidin Herêma Kurdistanê û beşdariyê di pêşvebirina aboriya Îraq û Herêma Kurdistanê de bikin û sektorên cudayên Herêma Kurdistanê modern bikin.
Nêçîrvan Barzanî sipasiya hevkarî û alîkariyên Brîtanya yên di warê mirovî û leşkerî de pêşkeşî Herêma Kurdistanê dike, kir.
Serowkezîr behsa têkeliyên Hewlêr û Bexdayê kir û got ku Herêma Kurdistanê piştgiriyê li hikûmeta Adil Ebdulmehdî dike û hewil dide hikûmeteke serkeftî be û bikaribe aramiya aborî, siyasî û emnî li tevaya Îraqê biparêze û Herêma Kurdistanê jî, mifawergirtin ji wê aramiyê, li ser baştirkirina têkeliyên bi Bexdayê re berdewam dibe.