Hikûmeta Herêma Kurdistanê
SAT, 20 APR 2024 04:39 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Nêçîrvan Barzanî xebata Jan Kubis bilind dinirxîne

TUE, 4 DEC 2018 00:38 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kudistanê, roja duşemê 03.12.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Jan Kubiš şandiyê taybetiyê Sekreterê Giştiyê Neteweyên Yekgirtî ji bo karûbarên Îraqê kir ku bi minasibeta dawî hatina wezîfeya xwe li Îraqê û bi mebesta xatir xwastinê serdana serowkezîr kiribû.

Jan Kubis behsa kar û çalakiyên xwe li Îraq û Herêma Kurdistanê  kir û sipasiya Serokwezîr, hikûmet û saziyên peywendîdarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku hevkarî û hevahengî jê kirine kir, hêvî xwest ku pêşkevtinên Herêma Kurdistanê berdewam bin. Herwiha beşdariya Herêma Kurdistanê di hikûmeta nû ya Îraqê de bilind nirxand.

Nêçîrvab Barzanî sipasiya xebatên Kubis kir ku di rewşeke dijwar de li Îraqê kar kir û hertim dixebitî ku aliyên îraqî nêzîkî hev bike û aramî û aşitiyê pêk bîne.

Serowkezîr hêvî xwest ku Jan Kubis di wezîfeya xwe ya nû de serkeftî be û got ku Herêma Kurdistanê hertim weke mala wî ya duyem dimîne.