Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja sêşemê 11 .12.2018ê li bajarê Hewlêrê, digel Rick Perry Wezîrê Enerjî ya Amerîkayê û şandeya pê re civiya,
Peery û şandeya pê re kêfxweşiya xwe li hember serdana bo Herêma Kurdistanê nîşanda û tekîd kir ku Hikûmeta Amerîkayê li ser piştevanîkirina bicîbûna aramiyê li Îraqê û Herêma Kurdistanê û danûstaninên navbera Hewlêr û Bexdayê ji bo çareserkirina pêrgirêkêna navbera herd u aliyan berdewam dibe.
Şandeya mêvan qurbanîdanên Herêma Kurdistanê li şerê dijî DAÎŞÊ bilind nirxand.
Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdana şandeya Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê kir û got ku Herêma Kurdistanê vê serdanê weke piştevaniyek ji bo xelk ûHikûmeta Herêma Kurdistanê dibîne, her weke ka çawa Amerîka digel Hevpeymanan di şerê dijî DAÎŞÊ da piştîvan û hevkar bû û giringiya berdewamiya wê hevpeymanê bi pêwîst zanî.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî spasiay Amerîkayê kir ku berdewam lêdixebite Hewlêr û Bexdayê nêzîkî hev bike ku pirsgirêkan çareser bikin, û di vê çarçoveyê da, berheviya Herêma Kurdistanê ji bona çareserkirina tev pirsgirênan bi rêya diyalogê nîşan da.
Barzanî hêvî xwest ku Amerîka rol bilîze ku Îraq nefta Kerkûkê bi rêya boriya Herêma Kurdistanê bo derve bişîne û her ji destpêkê Herêma Kuridistanê amadekariya xwe di vî warî de nîşan daye û ev yek di berjewendiya hemû Îraqê da ye.