Hikûmeta Herêma Kurdistanê
SAT, 20 APR 2024 17:31 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Qubad Talebanî digel şandeyeke balaya Yekêtiya Ewropayê dicive

TUE, 11 DEC 2018 11:10 | KRG Cabinet

Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja sêşemê 11 .12.2018ê li bajarê Hewlêrê digel şandeyeke balaya Yekêtiya Ewropayê civiya.

Xebat û gavên hikûmeta Herêma Kurdistanê yên di warê çaksazîyan da û çawaniya peydakirina zêdetir derfetên karî û baştirkirina xizmetkirina hevwelatiyan û kêmkirina bêkariyê, di civînê da hatin gotûbêj kirin û şandeya Ewropayê berheviya xwe nîşan da ku hevahengiyê bi hikûmeta Herêma Kurdistanê re bike.

Şandeya mêvan, pêşwazîkirin û hewandina hijmareke zêde ya koçber û penaberan û dabînkirina pêdawîstiyên wan yên rojane ji aliyê Herêma Kurdistanê ve, bilind nirxand.

Qubat Talebanî ji şandeya mêvan re behsa wan çaksaziyan, yên ku di nava çar salên borî da di warên cuda da encam dane kir û got ku hikûmeta Kurdistanê di warê çaksaziyan de qonaxên baş derbas kirine û di paşerojeke nêzîk da dê encamên wan çaksaziyna ji bo hevwelatiyan eşkere bin.

Çawaniya vejandina aboriya herêma Kurdistanê û çawaniya mifa wergirtin ji tecrûbeya Yekêtiya Ewropayê di civînê da hatin behis kirin û di vî warî de Talebanî got: Aboriya Herêma Kurdistanê ber bi başiyê diçe û hikûmet li gor pilana heye bi avêtina gavên piraktîkî di warên cuda da aboriya Herêma Kuridstanê baştir dibe.