Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja çarşemê 12.12.2018ê li bajarê Hewlêrê, digel Beata Dimpa Wezîra Karberên Mirovî ya hikûmeta Polonyayê û şandeya pê re civiya.
Beata Dimpa spasiya xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku pêşwazî li hijmareke zêde ya koçber û penaberên destê terorê kiriye, hewandine û pêdawîstiyên rojane ji wan re dabîn kirine û bi pêwîst zanî ku civaka navdewletî zêdetir hevkarî û alîkariya koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê bike.
Dimpa di axaftina xwe de pêkvejiyana navbera hemû ol û neteweyên cuda li Herêma Kurdistanê bilind nirxand û gavênHikûmeta Herêma Kurdistanê di warê çareserkirina hemû pirsgirêkan bi Îraqê re bi gavên erênî wesif kir.
Nêçîrvan Barzanî spasiya serdana şandeya Polonyayê ji bo Herêma Kurdistanê kir û hêvî xwest ku şandeya mêvan di nava wê dema ku li Herêma Kurdistanê dimîne wêneyekî zelal li ser rewşa koçber û penaberan dest bikeve û got ku Herêma Kurdsiatanê li dema borî, niha û di paşerojê li ser pirensîpê pêkvejiyana olî û neteweyî berdewam dibe û dê zêdetir bi cî bike.
Serokwezîrê ji şandeya mêvan re behsa berhingar bûna DAÎŞÊ û parastina pêkhateyên cuda ji aliyê xelk, hikûmet û pêşmergeyê Kurdistanê kir.
Barzanî, ji bona hevkarî û alîkarîkirina koçber û penaberan, sipasiya rêxistin û komeleyên na hikûmî yên navdewletî û navxweyî kir û daxwaz ji Polonyayê kir ku li Yekêtiya Ewropayê ji bona berçavkirina rewşa koçber û penaberan zêdetir bixebite ji bo vê yekê hemû alî rewşa wan baştir bikin.