Hikûmeta Herêma Kurdistanê
SAT, 20 APR 2024 11:46 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Rapora çarê ya kompaniya Deloitte ya hûrbîniya di warê neft û gazê de

THU, 13 DEC 2018 00:26 | KRG Cabinet

Di çarçoveya pirojeya hûrbîniya serbixwe di warê neft û gaze da li Herêma Kurdistanê, îro roja çarşemê 12.12.2018ê, rapora carê ya hûrbîniyê û piştrastkirina zaniyariyan ji aliyê kompaniya cîhanî Deloitte ya hûrbînî û şîretkariyê hat weşandin ku ew rapor taybete bi data û zaniayriyên nû derbarê hinaertin, bikaranîn, xercî û dahatiniyên neftê ji 1ê nîsana 2018ê heta 30 hezîrana 2018ê .

Civata Neft û Gazê ya Herêma Kurdistanê li ser xebatên pêşdebirin û zangînkirina rapora hûrbîniyê û pêdaçûn bi pişt bestin bi serinc û feedback  a aliyên peywendîdar, di nav wan aliyan de jî, civaka navdewletî, berdewam dibe. Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevwelatiyan pişt rast dike ku ew dê digel  mezine kompaniyên cîhanî Deloitte û Ernst & Young li ser hûrbînî û pêdaçûnê di hemû warêm neft û gazê de bi hemû pirose û beşan ve berdewam bibe.

Weke beşk ji rêkeftina hikûmeta Herêma Kurdistanê digel kompaniyên navdewletiyên hûrbînîyê, rêkeftin hatiye kirin ku kompaniyên navdewletî yên hûrbînîyê di warê rahînan  û geşepêdana çavkaniyên mirovî yên navxweyî alîkriya Herêma Kurdistanê bikin.

Civata Neft û Gazê ya Herêma Kurdistanê  bi hevahengî digel kompaniya Deloitte  Workshopeke rahînanê derbarê revîsoriyê û hûrbîniya di warê pîşesaziya neft û gaze de nava  3rojan (23-25 çiriya yekem 2018ê) bi amadebûna 15 beşdaran ji fermangehên hûrbîniyê yên parêzgehan yên ser bi dîwan çavdêriyê darayî li Herêma Kurdistanê ve, rêkxist. Pilanek li ber deste ji bona rahînan wan kesên ji aliyê dîwana çavdêriyê ve hatîne destnîşan kirin ku bikaribin bi teknîka nû hûrbînî û zaniyaryan li sektora neft û gazê de bikarbînin û di paşerojê de di warê hûrbîniyê da mifa ji şiyanên wan bê wergirtin.

1- Di vê lînkê de teksta rapora Deloitte  ya îmzakirî bi forma PDF bibînin. Rapor derbarê hûrbîniya di warê hinartin, bikaranîna navxwweyî û xerciyên neft û gazê yên çarêka duyem ji sala 2018ê bi her sê zimanên kurdî, erebî û îngilîzî.


2- Di vê lînkê de Broşorek bi her du zimanên kurdî û îngilîzî bi forma PDF  li ser çawaniya bikaranîn û têgihiştina naveroka rapora Deloitte