Nadiya Murad piştî xelata Nobel ya Aşitiyê li Oslo, paytexta Norvejê wergirt, vegeriya Herêma Kurdistanê û roja pêncşemê 13.12.2018 li bajarê Hewlêrê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazî kirin.
Serokwezîr wergirtina xelata Nobel ya aşitiyê li Nadiya Murad pîroz kir û hêviyên serkeftinê jê re xwest û berheviya hikûmetê ji bo piştgirtiya hemû xebat û çalakiyên wê yên mirovî ji bona aşitiyê û xizmetkirina qurbaniyên êzidî û gihandina dengê wan bi cîhanê nîşan da.
Herwiha piştîvaniyê ji xebatên wê yên ji bona berhingar bûna terorê û dadgeh kirina terorîstên DAÎŞÊ û nasandina dosyeya Êzidiyan weke jênosîda li cîhanê û parastina êzidiyna dike.
Nadiya Murad sipasiya serokwezîr kir û bi kurtî behsa serhatî û tirajediya bi serê êzidiyan hatî û xebatên wê yên ji bona vegerandina aramî û aşitiyê ji bo civaka êzidiyan û timama qurbaniyên destê terorê bi giştî kir.
Wê herwesa behsa rewşa niha ya Êzidiyan, bi taybetî li devera Şingalê kir û daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku di avedan kirina Şengal û deverên din yên êzidiyan de rol hebe, ku xelk bikaribe vegere ser mal û milkê xwe û jiyan û aramiya devera wan parastî be.
Ndiya Murdan daneyek ji kitêba xwe ya bi nave "Keça Dawiyê" ku bi zimanê |ngilîzî weşandiye, diyarî serokwezîr Nêçîrvan Barzanî kir.