Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê roja 2018/12/27 pêşwaziya Jeanine Hennis-Plasschaert Nênerê taybetî Sekreterî Giştiyê NY li Îraqê û şanda pê re kir.
Serokwezîr pîrozbahiya Plasschaert ji bo destpê kirina karê nû yê wê kir û hîviya serketinê jî re xwest û piştîvaniya hikûmetê jî jîê re nîşanda.
Her du aliyan behsa pirosesa siyasî li Îraqê, Herêma Kurdistanê û têkilî yên navber Hewlêr û Bexdayê kirin û pêdagirî li ser çareser kirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê û li dor destûta Îraqê kirin.
Barzanî û Plasschaert kêfxweşiya xwe li hember baş bûna têkilî yên navbera Hewlêr û Bexadayî nîşandan û pêdagirî li ser hemahengî û alîkariya pitir navbera her du aliyan, bi taybetî li deverlên madeya 140 a Destûra Îraqê kirin, ku heyamek e rastê aloziyan bûye.
Li dawiyê jî behsa rewşa deverê û giringiya hemahengî û alîkariya navbera saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û NY kirin.