Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja duşemê 07.01.2019 li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Steve Fagin Konsulê giştiyê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê û şandeya pê re kir.
Serokwezîrê Kurdistanê di civînekê dedigel Konsulê Amerîkayê, têkeliyên Herêma Kurdistanê bi Amerîkayê re di qonaxên borî û di vê qonaxê de, rewşa abûriya Herêma Kurdistanê, rewşa koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.
Steve Fagin sipasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku pêşwazî li hijmareke zêde ya koçber û penaberan kiriye, hewandine û alîkarî û xizmeta wan dike. Fagin, herwesa, siyaseta Hikûmeta Kurdistanê di warê giringîdan bi kultûra pêkvejiyan û lêbihurînê bilind nirxand.
Serowkezîrê ji şandeya mêvan re behsa rewşa siyasî û xebatên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanêm kir û got ku hikûmet li ser encamdana reforman û çareserkirina pirsgirêkên bi Bexdayê re berdewam dibe.
Rewşa rojhilata navîn û pêşhatên herêmî mijarên din yên civînê bûn.