Hikûmeta Herêma Kurdistanê
TUE, 16 APR 2024 20:11 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Naveroka civîna Serokwezîr digel Wezîrê Derve yê Amerîkayê

WED, 9 JAN 2019 23:57 | KRG Cabinet


Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bi serokatiya şandeyeke bala serdana Herêma Kurdistanê kir û roja çarşemê 09.01.2019ê li bajarê Hewlêrê, ji aliyê Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve hatin pêşwazî kirin û di civînekê de çend mijarên giring û aktuel di rojeva Kurdistan, Îraqê û herêmî de gotûbêj kirin.

Di civîne de ku, Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amade bû, Pompeo kêfxweşiya xwe li hember yekemîn serdana xwe ya ji bo Herêma Kurdistan û deverê nîşan da û behsa rewşa herêmî bi giştî, pêşhatên Rojhilata Navîn û metirsiyên serhildana terorê û karên hevbeş ji bo binbirkirina terorê kir.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê ku heta niha ji encama wê diyalogê gelek pirsgirêk hatine çareser kirin bilind nirxand û tekîd kir ku Amerîka dê weke hevbeşa Îraq û Herêma Kurdistanê bimîne.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdanan wezîrê derve û alîkariyên Amertîkayê di demên dijwar de pêşkeşî Herêma Kurdistanê kirine kir û got ku Herêma Kurdistanê têkeliyên dostane digel Amerîkayê hene  û gelek karên hevbeş digek Hevpeymaman encam dane û berdewamiya  karên hevebş yên ji bona rêgirtinê li pêşiya careke din teror serî hilde û bi taybetî li deverên ji bona bicîbûna asayîş û aramiyê pêngavên nehatine avêtin, bi pêwîstî zanî. Di vê çarçoveyê de, serowezîr tekîd li ser hevahengiya navbera Hewlêr û Bexdayê kir.

Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe de got ku Herêma Kurdistanê piştevaniya kabîneya hikûmeta Adil Ebdulmehdî Serokwezîrê Îraqê dike  û ji bona serxistina wê hikûmetê kar dikin. Barzanî diayr kir ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de diyalogek erênî heye, her çiqas jibona çareserkirina hindek pirsgirêkan pêwîstî bi wextek zêdetir heye, lê ji bona destpêkirina diyaloga cidî aqarek xweş hatiye afrandin û di vî warîde giringe welatên dost û bi taybetî Amerîka hevkariyê bike.

Serokwezîr ji şandeya Amerîkayê re behsa reformên Herêma Kurdistanê kir  û daxwaz kir ku di warê şarezayî û pisporiyê de hevkariya Herêma Kurdistanê bê kirin daku ew çaksazî baştir bên encam dan û karên hikûmetê ber bi pêşve biçin.