Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmeta Herêma Kurdistanê, di daxuyaniyekê de, êrîşa terorîstiya Nû Zelendayê bi dijwarî şermezar dike û dibêje:
Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiryara terorîstiya hovane ku îro (15.03.2019) li Nû Zelendayê êrîş kir ser du mizgeftan û di encam da bi dehan nivêjkeran jiyana xwe ji dest da û bi dhên din jî birîndar bûn, gelek bi dijwarî şermezar dike.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji malbat û kesûkarên qurbaniyan , gel û hikûmeta Nû Zelendayê re sersaxiyê dixwaze û di vê kêkîka dijwarda bi wan re hevsoz û hevxem e. Em hêvîdar in encamderên wê kiryarê bi cezayê xwe yê dadperwerane bigehin û karesatên bi wî awayî li deverên din neqewimin.