Rêûresma rêzgirtin ji Mamosta Kelîmulla Tewehudî roja duşem 2019/04/22 bi berhev bûne Nêçîrvan Barzan Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û hijmarek wezîr, parlemantar, mamostayên zanêngehê, nivîsakar û rewşenbîrên Herêma Kurdistanê û derve ji aliyê Akadîmiya Kurdî rêveçû.
Serokwezîr di peyvekê de, bi xêr hatina mêvanan û bi taybetî Mamosta Kelîmulla Tewehudî û Akadîmiya Kurdî kir û ragihand: em şanaziyê bi xebata rewşenbîrî û hunerî a Mamosta Tewehudî ji bo paşerojeka baştir ji bo gelê Kurdistanê dikin ku dîroka Kurdiatnê bi rûpeleka zêrîn ji bo wan rewşenbîran vedike.
Barzanî ji bona salvegera rojnamevaniya kurdî, silav ji Miqdat Medhet Bedixan û Ebdulrehman Bedirxan re şand ku li dervey welatî û li der bi deriyê giringtirîn rûpel li dîroka ziman û rewşenbîrî û xebata siyasiya kurd tomar kirine. Her wiha pîrozbahî ji Sendîkaya Rojnemevanan û rojnemevanên Kurdistanê kir û silav ji bo Pîremêrd, Hisên Huznî Mukiryanî, rewşenbîr, rojnamevan û nivîskarêm Kurdistanê re şand, ku hijmareê ji wan wek Dara Tofîq, Salih Yusifî, Şakir Fetah û Musa Enter di vê riyê de şehîd bûn.
Serokwezîr amaje bi vê yekê da ku gelê Kurdistanê ji bona vemana xwe û parastina welatê xwe bi hemû awayekê xebat kiriye û teslîm nebûye û heya digehe jiyaneka baştir berdewam dibe. Hemû xebata gelê Kurd bûye cihê hêbeteka mezin li dîrokê ku çima heya niha berhem nebûye û gelê Kurdistanê bi roja xwe negihiştiye, wek Ehmedê Xanî dibêje:
Ez mame di hikmeta Xwedê da
Kurmanc di dewleta dinê da
Aya bi çi wechî mane mehrum
Bîlcumle ji bo çi bûne mehkum
Serokwezîr Barzanî, zimanê Kurdî bi sedema vemana gelê Kurd daye zanîn û got gelê Kurd yek êş û jan heye, eva jî paşeroja Kurdistanê ye. Bi dirêjahiya dîrokê gelek gelên cîhanê ji nav çûne, lê gelê Kurd maye û kes nikare ji nav bibe û sedema wê jî, zindî bûna zimanê Kurdî, kultûr, muzîk, sitranên kurdî ye, ku hesta yekêtêî û şanaziyî ji bo kurdan çê kiriye.
Barzanî daxwaz ji rewşenbîr û ciwanên Kurdistanê kir ku ji ezmûna Mamosta Tewehudî hîn bibin ku tenê nasnameya ziman û kultûr e ku gelê Kurd di cîhanê de parastî ye û gelê Kurd li Xurasanê û xebata Mamosta Tewehudî wek mînak daye zanîn.
Serowezîr her wih got di van salên dawiyê de, derbarê ziman gelek gazinde hene, ku eva jî li ser mile me hemûyan e. ji ber ku li berê ne hikûmet û ne saziyên rewşenbîrî hebûn, lê belê bi hezaran salan zimanê Kurdî maye û geşe kiriye. Li dema niha pêş xistan zamanê Kurdî rola saziyên rewşenbîrî ye.
Barzanî ji bo vê yekê jî xuya kir ku li zaravê krmanciya navîn helbestvan û nivîskarên wek Hejar, Hêmin, Hesen Qiziljî, Şukur Mistefa, Mesûd Mihemed, Elaedîn Sejadî û Şêx Mihemdê Xal û li zaravê kirmanciya serê jî hin helbestvan û nivîskarên mezin wek Emînê Ewdal, Hecî Cindî, Qenatê Kurdo, Cigerxwîn, Erebî Şemo û Mihemed Uzun û li zaravê Hewramî jî helbestvanên mezin wek Mewlewî û Xanayê Qubadî hene ku bi sedan pirtûk piştî xwe bi cih hiştine û zimanê Kurdî parastine.
Serowezîr Barzanî xuya kir nabe em vê yekê bibihîsin ku zimanê Kurdî di metirsiyê daye, belku divî rojane mizgîniya vê yekê bihê dan ku zimanê Kurdî di geş kirinê daye û daxwaz ji hemû aliyan kir haydarê zimanê Kurdî bin û biparêz in, ji ber ku ziman welatê duyê ye û eger her kurdek welatê yekemê xwe winda bike, dikare bi rêya zimanê Kurdî ku welatî wî yê duyem e, wek mirovekê serbixwe bi bextewerî bijît û ji bo vê yekê jî kurdên Xurasanê û Mamosta Tewehudî wek nunerê nasnameya kurdbûnê bi riya ziman û kultûr daye zanîn û soz da ku hemû berhemên Mamista Tewehudî çap bike.
Serokwezîr derbraê rewşa niha ya Herêma Kurdistanê jî xuya kir şeş heyv in bi ser hilbijartinên Kurdistanê derbaz bûye û gelek gazinde derbarê ava nekirina kabîneya nû heye, lê bi xatircemç ve partî yên siyasî li dawiyê rê dikevin û hebûna bêhin firehiyê bi pêwîst daye zanîn ku dive ji bo çareser kirina pirsgirêkan derfet bi aliyên siyasî bihê dan, her wih paş ketina pêk anîna kabîneya nû bi normal daye zanîn, ji ber berjewendî yên Herêma Kurdistanê wiha dixwaze ku aramî ya siyasî, civakî, yekêtî û aştî, geşkirina abûrî û xweşguzeranî hebe û aliyên siyasî yên sereke bi hev re pişkdarê hikûmetê bibin û bi hev re kar ji bo Kurdistaneka bi hêz û paşerojeka geştir bikin, ku rojên xweştir di pêşiya me ne.
Serokwezîr di vê rêûresmê de xelata Akadimiya Kurdî pêşkêşê Mamosta Kelîmulla Tewehudî kir.