Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi peyamekê 26 saliya damezrandina Bingehê Laliş pîroz dike û cemawerê êzidî piştrast dike ku hindî xûşk û birayekê êzdî yê revandî li her cihekê mabe, dê hemî hewla ji bo rizgarkirina wan bidin, herwesa dê li ser dosyeya bicînosaydinasandina karesata Şingalê li ser asta navdewletî berdeam bin û dê hemû hewla din ku Şingal û deverên din yên êzdîyan bêne avedanikirin û tenahî û aramî bo wan vegere.
Teksta peyama Serokwezîr:
Rêzdaran li Desteya Bilinda Bingehê Laliş li Duhokê
26-emîn salivegera damezirandina Bingehê Laliş li we û li hemû endam, kadiro û tevaya bingeh û ofîsên we û kurdên êzidî bi gişitî pîroz dikim.
Bingehê Laliş ku kaniyeka zelale dihûrte rûbarê rewşenbîriya kurdî da, 26 salên bûrî, tevî hemî alozî û astengiyan, bi hewl û mandîbûna kadiro, rewşenbîr, ekademîsyen û xemxorên kultûr û civaka êzdî, berdewam pêşketiye û cî û bingehekê diyar di sazîyên Herêma Kurdistanê da girtiye.
Ji bo xizmeta êzidîyan û civak û saziyên wan, hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li ser pişitevanîkirina Bingehê Laliş û sazîyên din yên êzidîyan berdewam be daku serfraz û bi aramî li ser axa xwe, nêzîkî perstgeh û pîrozîyên xwe li Kurdistanê, li ser jiyan, kar û xebatên xwe berdewam bin û pêşve biçin.
Em careka din we pişitrast dikin ku hindî xûşk û birayekê êzdî yê revandî li her cihekê mabe, dê hemî hewla ji bo rizgarkirina wan din, herwesa dê li ser dosyeya bicînosaydinasandina karesata Şingalê li ser asta navdewletî berdeam bin û dê hemû hewla din ku Şingal û deverên din yên êzdîyan bêne avedanikirin û tenahî û aramî bo wan vegere.
Dubare salivegera damezirandina Bingehê Laliş pîroz be, bi hêviya berdewamî, pêşveçûn û serkeftinê ji bo we dixwazin.
Nêçîrvan Barizanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
12.05.2019