Hikûmeta Herêma Kurdistanê
SAT, 24 FEB 2018 20:39 Erbil, GMT +3

Nûçe




Nêçîrvan Barzanî: Pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê li gor destûra Îraqê dihên çareserkirin

2/18/2018 11:14:33 PM

Konferensa Munchen û konferensa Davos derfetek bûn ku Herêma Kurdistanê karî di bin ambargoya siyasî rizgar bibe, tişta me dilxweş dike ev e ku li ser asta navdewletî û herêmî, Herêma Kurdistanê ji rewşa îzolekirina  piştî referendûmê derket û hemû welat, her weke berê, dixwazin têkeliyên berdewam digel Herêma Kurdistanê hebin.


Barzanî û de Mistura li Munchen civiyan û rewşa Suriyê nirxand

2/18/2018 10:07:17 PM

Her du aliyan li ser vê yekê hev hizir bûn ku divê hemû pirsên herêmî bi giştî û pirsa Suriyê bi taybetî, bi aşitî bên çareser kirin û mafên hemû gelên Suriyê û gelê kurd jî, weke pêkhatiyeka sereke ya vî welatî bên dabîn kirin


Barzanî û Zerîf pêşxistina têkeliyên Herêma Kurdistanê û Îranê gotûbêj dikin

2/18/2018 9:46:48 PM

Seredana Serowkezîr Nêçîrvan Barzanî ji bo Taranê, dîdar û civînên bi berpirsên Komara Îslamiya Îranê re  û encamên vê seredanê, diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê, di civînê de, hatin gotûbêj kirin û di vê çarçovê de, her du aliyan pêdagirî li ser çareserkirina hemû pirsgirêkên navbera Hewelêr û Bexdayê li ser bingeha destûra Îraqê kirin


Serokwezîrê Kurdistanê û Wezîrê Berevaniya Swêdê qonaxa piştî DAÎŞê gotûbêj dikin

2/18/2018 4:12:06 AM

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê sipasiya Hikûmeta Swêdê kir ku di warê serbazî û mirovî de alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye û jê re behsa pêşhatên dawiyê yên diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina hemû pirsan li ser bingeha destûra Îraqê kir


Herêma Kurdistanê û Herêma Bavaria li Munchen têkeliyên xwe dinirxînin

2/18/2018 3:51:36 AM

Nêçîrvan Barzanî sipasiya hevkarî û alîkariyên di warê serbazî û mirovî de pêşkeşî Herêma Kurdistanê kirine kir û behsa rewşa êkonomî û berhemanînê kir û got ku li qonaxa piştî nemana DAÎŞê, Herêma Kurdistanê ji bo kar, berhemanîn û sermaye razandinê vekiriye û kompaniya yên  Almanyayê dikarin kar û pirojeyan û sermayegozariyê li Herêma Kurdistanê encam bidin


Nêçîrvan Barzanî û Joe Biden diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê dinirxînin

2/18/2018 3:27:42 AM

Nêçîrvan Barzanî careka din li ser navê gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê sipasiya rol û dostîniya Joe Biden û dostên din yên gelê Kurdistanê li Amarîkayê kir û jê re behsa qonxa piştî DAÎŞê, pêşhatên dawiyê yên diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê kir û hêvî xwest diyalog bigihe encamên erênî û hemû pirs li gor destûr çareser bibin


Partiya SPD ya Almanyayê rol û mêrxasiya Pêşmerge li şerê dijî DAÎŞê bilind dinrixîne

2/18/2018 3:11:52 AM

Şandeya SPD dilxweşiya xwe li hember hevkarî û hevahengiya navebra Pêşmerge û hêzên Alamnyayê li Herêma Kurdiatanê nîşan da û rol û mêrxasiya Pêşmergeyê Kurdistanê li şerê dijî DAÎŞê bilind nirxand


Kurdistan û Kuwêt têkeliyên xwe di hemû waran de berfirehtir dikin

2/18/2018 2:50:21 AM

Nêçîrvan Barzanî behsa têkeliyên Herêma Kurdistan û Kuwêtê kir û rola Konsulxaneya Kuwêtê li Hewlêrê beilind nirxand û got ku Herêma Kurdistanê dixwaze têkeliyên xwe di hemû waran de digel Kuwêtê berfireh bike û derfetên kar ji bo berhemanînê di warên çandinî, tûrîzm, pîşesazî ji bo kompaniyên kuwêtî biafirîne


Barzanî û Ebadî diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê li Munchen gotûbêj dikin

2/18/2018 2:28:22 AM

Ebadî diyar kir ku  bi destpêkirina diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê kêxweş e û hêvî xwest ku li ser pirsa mûçe, balefirxaneyan, deriyên ser tixûban, bendavan û pirsên din bigihin encamên baş. Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî tekîd kir ku Herêma Kurdistanê bi diyaloga avaker û cihê baweriyê û bi cih anîna destûr ji bo berjewendiyan hemû aliyan, pabend e


Nêçîrvan Barzanî tevî şandeyeka Parlemantoya Almanyayê civiya

2/17/2018 9:54:01 AM

Şandeya Parlemantoya Almanyayê pirsyar derbarê rewşa Herêma Kurdistanê, hilbijartinên Îraqê û Herêma Kurdistanê û têkilî yên navbera Hewlêr û Bexdayê û rewşa koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê kir



previous 1 2 3 4 5 6 7 8 9 10  ... next