Roja Çarşem Birêz Heyder Ebadî Serokwezîrê Îraqê xuya kir Hewlêr ji rekevtina navbera şande yên Atreşa Îraqê û Wezareta Pêşmerge peşîman bûye.
Em radigihînin ku çi rêkevtinek navera me û wan nehatiye îmza kirin, tenê pêş nivîsa rekevtinekê ji aliyê şandeya serbaziya Îraqê hatibû pêşkêş kirin û di roja piştî civîna navbera her du şande yên Îraq û Herêma Kurdistanê, pêş nivîseka din cuda ji ya berê hatiye şandin, ku me bersiva her du pêş nivîsan daye. Me çend caran berhev bûna xwe ji bo diyalogê tevî hikûmeta federal li ser bingeha destûr nîşan daye, lê hemû caran barsiva Bexdayê nerênî bûye.
Pêşda birina rewşa niha berev ceng, belke bibe sedema karesateka mezin ji bo Îraqiyan bi hemû pêkhatî yên wê.
Ji ber baweriya me bi mafên me yên ku di destûra Îraqê de hatiye, em di gel aştî û rêkevtina giştî dane û daxwaza danustaneka avaker û eşkere ji bo paşerojeka parastî ji bo nevî yên Îraqê dikin. Daxwzê li lêvegerên mezin û partî yên Îraqî û rêkxistinên civaka sivîl û hêzên ku bawery bi destûr û asayiş û aştiyê hene, dijî wan hewlan bisekinin ku dibine sedema fitine navbara gelên Kurd û Ereb. Her wiha pêşiya vê yekê bigin ku pirsgirêk bi rêya tundî û şer bihên çareser kirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê
2017/11/1