Hikûmeta Herêma Kurdistanê
WED, 24 APR 2024 20:27 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Serokwezîr bi balyozê Amerîkayê re bûyerên vê dawiyê dinirxîne

FRI, 3 NOV 2017 00:56 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja pêncşemê  02.11.2017ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Silêman Doglas balyozê Amerîkayê li Îraqê û şandeya diplomasiya pê re kir.

Di civînekê de ku, Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê Kurdistanê amade bû, balyozê Amerîkayê  li hember wan bûyerên van rojê dawiyê li deverên nakokîdar qewimîn ku di encam da şer û kuştên çêbûn, dilgiraniya xwe nîşan da û  hêvî xwest her du alî bi cidî lêbixebitin dawiyê bi rewşa aloz bînin û diyalog û danûstandinan dest pê bikin û bi pêwîstî zanî agribest berdewam be.
Balyozê Amerîkayê piştevaniya  welatê xwe ji bo xebatên hikûmetê û aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê yên ji bona rêxistin û normalîzekirina rewşa siyasiya Herêma Kurdistanê nîşan da.

Nêçîrvan Barzanî ji şandeya Amerîkayê re diyar kir ku her ji destpêkê Herêma Kurdistanê nexwestiye şer û pevîçûn di navbera Hewlêr û Bexdayê de rû bidin û ji bona destpêkirina diyalogê hikûmeta Herêma Kurdistanê hijmareke peyaman ragehandine, lê li hember daxwazên Herêma Kurdistanê, Bexdayê fişarên zêdetir xistin ser  hêlên berêkkeftinê û di vê navbeynê jî de pêşmerge bergirî  ji xwe û ji wan deveran kir, lê tevî vêna jî Herêma Kurdistanê ji bona destpêkirina danûstandinan amadeye û divê civaka navdewletî jî di vî warîd e bi rola xwe ya giring rabe.

Serokwezîr got ku hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser xebatên xwe yên ji bona normalkirina rewşa siyasiya Herêma Kurdistanê digel aliyên din berdewan dibe bi taybetê ku hesşt meh ji bo hilbijartinên bên yên Herêma Kurdistanê mane.