Hikûmeta Herêma Kurdistanê
WED, 24 APR 2024 06:10 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Hikûmeta Kurdistanê daxwaza verastkirina reşnivîsa budceya Îraqê dike

MON, 6 NOV 2017 21:30 | KRG Cabinet

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê, roja duşemê 06.11.2017ê li bajarê Hewlêrê, di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîr û bi amadebûna Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê civiya û mijara sereke ya civînê reşnivîsa yasaya budecya Îraqa Federal a sala 2018ê bû.

Civînê tekîd kir ku ew reşnivîsa budceyê ku duhî, yekeşmê, di civîna Civata Wezîrên Îraqa Federal de hatibû gotûbêj kirin, gelek bend û madeyên nedestûrî di wê reşnivîsê de hene û bi zelalî dixuyê ku armanc jê jiholêrakirina qewareya destûriya Herêma Kurdistanê ye ku ew di destûra Îraqê de weke herêmeke federal, ne weke wîlayetên bakurê Îraqê,  îtîraf pê hatiye kirin. Destûra Îraqê rê ji tixûbdarkirin yan kêmkirina desthilatên destûriyên Herêma Kurdistanê nade.

Civata wezîran tekîd li ser wê yekê kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê diyaloga li ser bingeha destûra Îraqê weke rêya êkane ji bona çareserkirina pirsgirêkan dizane, û careke din jî ji bo çareserkirina tevaya pirsgirêkan bi hikûmeta Îraqa Federal re li ser bingeha destûrê berheviya hikûmeta Herêma Kurdstanê nîşan de. Dîrokê ispat kiriye ku bikaranîna hêzê û rêyên leşkerî nikarin tu pirsgirêkan çareser bikin.

Civata wezîran daxwazê ji birêz Heyder Ebadî serokwezîrê Îraqa Federal ku civata wezîrên Îraqa federal ji bo destkarîkirin û verastkirina reşnivîsa yasaya budceyê timama deselatan jê re dane, dike ku têbîniyên hikûmeta Herêma Kurdistanê yên li ser reşnivîsa yasaya budceya sala 2018ê li ber çavan bigire û ew needaletiya di reşnivîsa budceyê de heya nehêle ku pişka Herêma Kurdistanê bi tenê 12,6%  destnîşan kiriye, ew rêje ji bo miaşgirên Herêma Kurdistanê digel şayîsteyên darayî li gor qeyda Biometri gelek kêmtire û têra miaşê wîlayeteke bi tenê jî nake.