Hikûmeta Herêma Kurdistanê
SAT, 20 APR 2024 04:22 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Serokê Fransayê nameyekê ji serokwezîrê Herêma Kurdistanê re dişîne

FRI, 10 NOV 2017 01:09 | KRG Cabinet

Serokê Fransayê nameyekê ji serokwezîrê Kurdistanê re dişîne û tê de pesna rola serok Mesûd Barzanî dike û rola Barzanî ya dîrokî di dema posta serokatiya Herêma Kurdistanê de, avakakirina Îraq nû û rola giringa di şerê dijî DAÎŞê de lîstî bi rêz û hûrmet dinirxîne.
Domînîk Mas konsulê giştiyê Fransayê li Herêma Kurdistan, roja 09.11.2017ê li bajarê Hewlêrê, serdana Nêçîrvan Barzanî kir û nameyeke Emauel Macron serokê Fransayê gihand serokwezîrê Kurdistanê.

Serokê Fransayê di wê nameya xwe de pesna rola serok Mesûd Barzanî û rola wî ya dîrokî di posta serokatiya Herêma Kurdistanê û avakirina Îraq nû de dike û rola serok Barzanî di şerê dijî DAÎŞê de ku pêşmergeyê Kurdistanê di bin fermandariya wî de beşdsriyeke yekalîker hebû bilind dinirxîne.

Serok Macron di nameya xwe de tekîd dike ku ew cenga bi hev re li dijî terorê kirî bû sedema mokimkirina ew dostîniya kûr û dêrîna navbera gelê Fransa û Kurdistanê  bi hev re girê dide:

- Welatê me hertim xebitiye timama mafên gelê kurd di çarçoveya destûra Îraqê de bên dan.

- Ji bona bihêzkirina têkeliyên me û ji bona garantîkirina aramiya Herêma Kurdistanê, hêvîdarim ku bi awayekî saxlem bi hevrekarkirin digel hikûmeta we berdam bîn, çunkî ev aramiye ji bo Îraq û Rojhilata Navîn fakterek giring e.

Emanuel Macron piştevaniya xwe ji bo danûstandinên meydaniyên çend roj berê di navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û desthilatdarên Îraqa federal dike ku ew danûstandin bûn sedema rawestana şer û pevçûnên leşkerî, û bi pêwîst dizane ku danûstandinên siyasî dest pê bikin û hemû pirsgirêkan çareser bikin:

- Min roja 28ê oktoberê telefona birêz Heyder Ebadî serokwezîrê Êraqê kir û min jê re got ku destpêkirina diyalogê bi piştevaniya Neteweyên Yekgirtî ji bona gihiştin bi aşitiya hertimî li Îraqê ji bo hemû îraqiyan baştîn rê ye.

Di civîna bi konsulê Fransayê re, Nêçîrvan Barzanî sipsiya serok Macron, gel û hikûmeta Fransayê kir ku di tev qonaxan de pitgirî li xwestekên gelê kurd kiriye û dikin, bi taybetî di qonaxa şerê dijî terorîstên DAÎŞê, Fransa gelek piştevniya pêşmergeyê Kurdistanê kir.
Serokwezîr ji şandeya Fransayê re got ku, Herêma Kurdistanê amadeye, li ser bingeha destûrê,  danûstandinan bi Îraqê re bike û civaka navdewletî û bi taybetî Neteweyên Yekgirtî divê zêdetir rola xwe di destpêkirina diyalogek avaker di çarçoveya Îraqê de  ji bo misogerkkirina aramî û tenahiyê û çareserkirina hemû pirgirêkan di navbera Hewlêr û Bexdayê dikin.