Hikûmeta Herêma Kurdistanê
THU, 18 APR 2024 18:33 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Nameyek ji wezîrê derve yê Çînê digehe serokwezîrê Herêma Kurdistanê

WED, 29 NOV 2017 01:47 | KRG Cabinet

Konsulê giştiyê Komara Çînê li Herêma Kurdistanê serdana serokwezîrê Herêma Kurdoistanê kir û peyameke Wang Yi wezîrê derve yê Çînê gihand serokwezrê Kurrdistanê ku di wê peyamê de, wezîrê karê derve yê Çînê tekîdê li têkeliyên navbera Hewlêr û Pekînê dike û dixwaze ku ew aramiya vê dawiyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de çêbûye bê parastin û, dûr ji pevçûnan, bi rêya diyalogê û li gor destûra Îraqê hemû pirs bên çareserkirina û mafê hemû pêkhateyên bê garantî kirin.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 28.11.2017ê li bajrê Hewlêrê pêşwazî li Tan Bangilîn konsulê giştiyê Çînê li Herêma Kurdistanê û şandeya pê re kir û şandeya mêvan nameya wezîrê derve yê Çînê ginad serokwezîr.

Di civînekê de, pêşhatên dawiyê yên herêmî, Îraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêj kirin û tekîd li ser xurtkirin û berfirehkirina têkeliyên Hewlêr û Pekînê hat kirin.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya peyama wezîrê derve yê Çînê kir û rola konsulê Çînê li herêma Kurdistanê ku bi baştirîn awayî lêxebitiye têkeliyên Hewlêr û Pekînê ber bi pêş bibe bilind nirxadn û tekîd kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze têkeliyên baş, bi taybetî diwarê aborî û sermayerazandinê de digel Çînê hebin.

Serokwezîr ji şandeya mêvan re got ku Herêma Kurdistnê hertim amadeye pirsgirêkan bi Bexdayê re bi diyalog û li gor destûra Îraqê çareser bike.