Bi minasibeta jidaykbûna Pêxember Mihemd (silavên Xwedayê mezin lê bin) Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê gerimtirîn pîrozbahiya li teveya misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê deike û, weke hertim, peyama aşitî û dostaniyê ji tev gelên Îraqê û gelên cîran û cîhanê re dişîne.
Civata wezîran hêvîxwaze ku ev minasibeta pîroz bibe hêvênê aşitî, aramî û xweşjiyaniyê ji bo tev netewe û pêkhateyên li Kurdistan, Îraq û deverê de dijîn û hemû aliyan ji bona afrandina aqarê lêbihurînê, dostînîyê û pêkvejiyana bi aşitî bi hevre pal bide.
Civata Wezîrê Herêma Kurdistanê
30.11.2017