Hikûmeta Herêma Kurdistanê
WED, 24 APR 2024 16:03 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Serokwezîr û balyozê Amerîkayê li Hewlêrê civiyan

THU, 30 NOV 2017 23:04 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 30.11.2017ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Doglas Silêman balyozê Amerîkayê li Îraqê û şandeya pê re kir.

Di civînekê de ku Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê Kurdistanê amade bû, pêşhatên dawiyê yên siyasî, rewşa amnî ya Îraq, Herêma Kurdistanê û herêmî û reşnivîsa budceya gştita Îraqa federal a sala 2018ê hatin gotûbêj kirin.

Têkleiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û guhertinên bi ser wan têkeliyan de hatine û çareserkirina pirsgirêkên hilawîstiyên navbera hikûmeta Kurdistanê û ya Îraqê fedral hatin nirxandin û her du aliyan tekîd li ser destpêkirina danûstandin û diyaloga cidî navbera Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha destûrê kir.

Têkeliyên Waşîngton û Hewlêrê û pêşxistina wan têhkeliyan di warên cuda de bi awaekî ku di berjewendiya her du aliyan de be hatin behis kirin.