Hikûmeta Herêma Kurdistanê
WED, 17 APR 2024 02:14 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Civîna civata wezîran tawanên li Kerkûkê û Xurmatû hatine kirin bidekoment dike

TUE, 5 DEC 2017 23:18 | KRG Cabinet

Civîna civata wezîran

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê, roja 05.12.2017ê li bajarê Hewlêrê, di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîr û bi madebûna Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê civiya û çend pirsên giring û aktuel nirxandin.

Di destpêka civînê de, serokwezîr ji beşdarên civînê re behsa serdana şandeya balaya Herêma Kurdistanê bo Fransayê û civîna bi serokê Fransayê Emanuel Macron re kir.

Serokwezîr got ku, Fransa û serok Macron piştgiriyê li parastina maf û desthilatên destûriyên Herêma Kurdistanê û helwesta hiûmeta Herêma Kurdistanê dike ku, amadeye bi rêya diyalogê nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê li gor destûra Îraqê çareser bike û Fransa û serok Macron dê hewil din Îraqê razî bikin ku dest bi danûstandina bike.
Barzanî diyar kir ku serok Macron giringiyeke mezin bi yekrêziya navxweyî ya Herêma Kurdistanê dike û tekîd li ser yekrêziya aliyên kurdistanî dike.

Civîna civata wezîran helwesta fraksyonên kurdistanî li parlamentoya Îraqê û xebatên wan li dijî binpêkirinên destûrî û kêmasiyên di budceya sala 2018ê ya Îraqê de li hember herêma Kurdistanê hatine kirin û bi awayekî yekgirtî berevabiyê ji pişka Herêma Kurdistanê ji budceya Îraqê dikin, bilind nirxand.

Ew rapora ji aliyê navenda kirîzan li ser her du bajarên Kerkûk û Dozxurmatû hatibû amadekirin, ji aliyê Kerîma Şingalî wezîrê navxwe ve hat pêşkeş kirin. Rewşa koçberên ji wan her du bajaran ber bi bajarên din yên Herêma Kurdistanê koçber bûne, xebatên hikûmetê yên ji bo dabînkirina pêdawîstiyên sereke ji bo koçberan, hevahengiya digel hikûmeta Îraqa federal û rêxistinên medenî û hijmara koçberan, di wê raporê de tê behis kirin.

Civînê tekîd kir ku divê rêxistin û civaka navdewletî, bi taybetî di warê însanî de, ji bo dabînkirina pêdawîstiyên koçberan hevahengiyê bi hikûmeta Herêma Kurdistanê re bikin û sipasiya welatiyan li tevaya bajarên Herêma Kurdistanê kir ku  pêşwazî li koçberan kir û alîkarî jê re kir.

Civîna civata wezîran her du wezaretên navxwe û karûbarên şehîd û enfalkiriya raspartin ku ew tawanên li wan deveran hatine kirin bên bidemomentkirin,  belge li ser wan tawanan bên komkirin ku hindek ji wan tawanan tawanên dijî mirovatî û tawanên ceng in daku yên ew tawan kirine li gor yasa û qanûnê hene bên cezakirin û civaka navdewletî, bi taybetî rêxistina mafê mirovî û Amnesty Interantional,  jî liser wan tawanan bê haydar kirin, mixabin heta niha weke pêwîst wan rêxistin û saziya wezîfeya xwe di vî warî de bi cî nekiriye.

Yusif Goran wezîrê xwendina bala û lêkolînên zanistî li dor prosesa wergirtina derçûyên lîseyê li zanîngeh û peymangehan ji bo sala xwendin ya îsal, raporek pêşkeş kir. Do raporê de behsa sîstema nû ya wergirtina derçûyên lîseyê dike ku zêdetri xwestekên derçûyan li ber çavan hatiye girtin û beşên rasterast derçûyan werdigirin zêdekirine daku derçûyên lîseyê bikarin li wan beşan bixînin yên ku li gor viyan û westeke wan in.