Hikûmeta Herêma Kurdistanê
FRI, 19 APR 2024 01:37 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Daxuyaniyek ji Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

WED, 6 DEC 2017 19:26 | KRG Cabinet

Derbarê daxuyaniya Roja Sêşem a Heyder Ebadî Serokwezîrê Îraqê li civîna rojnamevanî ya heftane, Sefîn Dizeyî Peyvdarê Hikûmeta Herêma kurdistanê li daxuyaniyekê ji bo malpera Hikûmeta Herêmê ragihand:

Birêz Ebadî çend caran behsê vê yekê kiriye ku mûçe yên karmandên Herêma Kurdistanê dihnêrin û ji bo vê yekê jî mijûlê hûrbînî ji listen fermanberên Herêma Kurdistanê ne. lê me li demên borî jî gotiye Hikûmeta Federal daxwaza çi lîstekê ji Hikûmeta Herêmê nekiriye, lewma em nizanin kîjan list in ku Hikûmeta Ebadî mijûlê hûrbîniyê ye?!

Gelê Kurdistanê êdî bi başî ji vê yekê têgihiştiye ku eve tenê daxuyaniyeka mêdiya ye, lewma cihê mitmanê niye.

Li gor madeya 114 a destûra Îraqê, rêvebirina derî yên sinûrî tenê ji desthilata Hikûemta Federal nine, belkû divê bi hevbeşî tevî Hikûmeta Herêma Kurditanê rêve bibe, ku me berhev bûna xwe ji bo hemahengî û alîkariyê nîşan daye.

Daxistina balafirgehan jî sizadana welatî yên Herêma Kurdistanê ye, sizadana wan nexweş û pêşmergeyane ye ku li demê berevanî ji Herêma Kurdistanê û Îraqê li şerê dijî DAIŞê birîndar bûne û pêwîstî bi çareserî ji dervey welatî hene.

Sefer kirdin ji bo welatî yên Herêma Kurdistanê bi rêya Balafirgeha Bexdayê an bajarên din ev hide hêsan nine ku Birêz Ebadê bas dike, xercî ya seferê li ser welatîyan zêde dike û demê wan jî pitir digire.

Pirsyar ev e çima welatî li Bexdayê, Necefê û Besrayê mafê vê yekê hene ku raste rast ji  bajarê xwe ji bo dervey welatî biçin, lê welatî yên Herêma Kurdistanê ev mafe nînin?! Eva çi welatêbûneke?

Hikûmeta Herêma Kurdistanê rewatî ji perleman û gelê Kurdistanê wergirtiye. Pêwîstî bi vê yekê nine ku rewatîyê ji kesên din werbigire û bi awayekê asayî tevî rewatiya Perlemana Kurdistanê berdewam dibe û deselateka tewaw bi ser hemû biyavên Kurdistanê heye.

Herêma Kurdistanê wek herdem ragihandiye bi awayê rastgo û bi dilekî paqij ji bo çareser kirina pirsgirêkan daxwaza diyalogê dike. Lê eva ku bersivê nadet û tenê bi rêya mêdiya û daxuyanî yên rojnamevanî ji bona reklam- ne ji bo çareseryê bi berdewamî behsa çareserî û ji hev têgihiştin ji destûr û welatî bûnê û peyvên bi vê awayê dike, Birêz Ebadî ya.

Ev metode bi rastî xizmeta çareseriyê nake û nabe sedema çareseriyeka cidî ji bo pirsgirêkan, berevajî dibe sedema berdewam bûna na aramiyê.