Bi hilkefyta cejina jidaykbûna Hezretê Îsayê Mesih (silavên Xweda lê bin) pîrozbahiyê li xûşk û birayên xwe yên mesîhî li Herêma Kurdistanê, Îraq û tevaya cîhanê dikin, hêviya cejnek û tatîl/bihênvedaneke xweş û ram jê re dixwaz in.
Îsal jî cejina Jidaykbûnê di demekê de tê pîroz kirin ku, mixabin, hêşta bi sedhezaran xûşk û birayên me yên mesîhî digel pêkhateyên din yên olî û neteweyî li herêma Kurdistanê koçber in ku, ji ber tundûtîjî û terora rêxistina terorîstiya DAÎŞ ji devrên din yên Îraqê mal û milkê xwe bi cî hiştine û qesat Herêma Kurdistanê kirine. Tevî nemana DAÎŞê, lê ji ber bûyerên vê dawiyê û ew rewşa metirsîdara heye, bawerî û dilrehetî nîne û ew koçber nekarîne ji bo deverên xwe vegerin.
Xûşk û birayên me yên mesîhî li Herêma Kurdistanê pêkhateyeke dîrokî û dêrîn ya civaka pirengî û zengîna Kurdistan in ku, bi hezaran sale bi hev re digel pêkhateyên olî û neteweyî yên din Kurdistan binyatdanaye û bergirî jê kiriye û hemû bi hev re bi biratî û bi aşitî jiyan e.
Em hêvîdar in mesîhî û hemû pêkhateyên din yên Kurdistanê cejin û minasibetên xwe yên bên di rewşeke baştir a jiyanê û aramiyê de pîroz bikin û penaber û koçbe r jî biserferazî bo deverên xwe yên avadankirî vegerin û bi cî, mal û mikê xwe şad bibin.
Careke din cejina Jidaykbûnê li hemûyan pîroz be, cejineke bextewer û aram ji hemûyan re dixwaz in.
Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê
24.12.2017
Hewlêr