Nêçîrvan Barzanî Serokwezîr û Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja pêncşemê 28.12.2017 li bajarê Hewlêrê, digel Komîsiyona Bilinda Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê civiyan û di civînê de hat pêşniyar kirin ku di demek nêzîk de parlamento, hikûmet û komisyona hilbijartina bicivin û ji bo encamdana hilbijaretinan li Herêma Kurdistanê rojekê diyar bikin.
Serokwezîr, ji bona wan kar û çalakiyên di dema borî de encam dane, destxweşî li Komîsiyona Hilbijartin û Rapirsiyê kir ku hêşta amadekarî ji bona rêvebiriba hilbijartianên bên yên Herêma Kurdistanê berdewam in û di vê çarçoveyê de çend pêşniyar û hizir li dor daxwazî û pêdawîstiyên lojistî yên Komîsiyonê bi armanca serkeftina pirosesa hilbijartinên bên gotûbêj kirin.
Serokwezîr û Cîgirê Serowezîr xuya kirin ku ew dê bi hemû awayan lêbixebitin ku pirosesa hilbijartinên bên serkefî be û ji bo her hevkarî û alîkariyekê berheviya hikûmetê nîşan da. Komîsiyon jî li gor yasa û rêsayên hene karên xwe encam bide.
Di civînê de hat pêşniyar kirin ku di demeke nêzîk de parlamento, hikûmet û komisyon civîneke hevbeş encam bidin û ji bo encamdna hilbijartinên bên yên Herêma Kurdistanê rojekê diyar û destnîşan bikin.