Hikûmeta Herêma Kurdistanê
THU, 25 APR 2024 12:52 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Hikûmet û aliyên Tirkmenî pêdagirî li ser parastina yekrêziyê dikin

FRI, 29 DEC 2017 02:04 | KRG Cabinet

Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê digel aliyên siyasiyên Tirkmenî yên Herêma Kurdistanê civiyan û aliyên tirkmenî tekîd kir ku ew xwe bi kurdistanî û beşeka neveqetiyayî ji Herêma Kurdistanê dizanin.

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîr û Qubad Talebanî Cîgirê Serowkezîrê Herêma Kurdistanê, roja 28.12.2017ê li bajarê Hewlêrê, digel aliyên siyasiyên tirkmenî yên Herêma Kurdistanê civiyan.

Serokwezîrê Kurdistanê di axaftina xwe de behsa gelê tirkmen weke duyem neteweya Herêma Kurdistanê kir  û got ku neteweya tirkmen reh û rîşeyên wan di vî welatî de heye û hevbeşên rasteqîne û neteweyekî aşitîxwaz in û di pêşvebirina welat de hertim şûntiliyên wan diyar bûne.  Serokwezîr got ku yekrêziya aliyên tirkmenî ji bo yekrêziya sertaserî li Herêma Kurdistanê piştevanîye.

Serokwezîr, bi giştî, behsa rewşa Herêma Kurdistanê û ew rewşa dijwara rûbirûyê Herêma Kurdistanê buye kir û behsa xebtên hikûmetê yên ji bona normalîzekirina rewşa heye, bi taybetî di warê baştirkirina jiyara xelkê, têkelî digel Bexdayê û yekrêziya aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê kir û got ku di vî warî de tirkmen dikarin roleke giring û erênî bilîz in.

Aliyên tirkmenî tekîd kir ku ew xwe bi kurdistanî, beşek neveqetiyayî ji Herêma Kurdistanê û pêkhateyên wê dizanin, ew piştgiriya hikûmeta Herêma Kurdistanê û pirosesa siyasî li Herêma Kurdistanê û encamdana hilbijartinan di demek nêzîk de dikin.

Behsa wan pirsgirêkan hat kirin yên ku rûbirûyê  neteweya tirkmenî dibin daxwaz kir ku ew bikaribin di paşerojê de di nav hikûmet û saziyên wê de rola xwe ya bi bandor bigêr in û maf û erkên wan bidadperwerane bên dabîn kirin.