Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, roja 28.12.2017ê li bajarê Hewlêrê, digel şandeyeke balaya Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê ya bi seroaktiya Mamoste Hadî Elî Serokê Encumena Siyasiya vê partiyê civiyan.
Di civînê de, ew pêşniyarên Yekgirtuya Îslamî yên ku berî çend rojan weke pirojeyek pêşkeşî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiribûn daku hikûmet bikaribe baştir xizmeta hevwelatiyan bi giştî û karmendan bi taybetî bike, hatin gotûbêj kirin.
Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê rola bi bandor ya Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê li ser asta siyasiya Herêma Kurdistanê ku, hertim bi xemxorî xwestiye pirsgirêk û rewşa îro Herêma Kurdistanê tê de ye bi rêya mokimkirina yekrîziya aliyên siyasî derbas bike, bilind nirxand.
Gotûbêjek berhemdar li ser wan pêşniyaran hat kirin û ew pêşniyar bi erênî û di berjewendiya xelkê de hatin helsengandin û biryar hat dan di demeke kurt de ji bona çewaniya bicîkirina wan pêşniyaran, civîneke hevbeş bê kirin.