Paolo Gentiloni Serokwezîrê Îtalya di nameyekê de ji bo Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê daxwaza destpêkirina diyalogê navbera Hewlêr û Bexdayê dike.
Gentiloni di nameya xwe de dibêje:Em tevî civaka navdewletî hêvîdar in danustanên navbera Hewlêr û Bexdayê ji bo çareser kirina hemû pirsgirêkan di çarçoveya Îraqeka yekgitî, federal û democrat li gor destûrê Îraqê bilez destpê bikin.
Her wiha daxwza alîkariya hemû aliyên siyasî ji bona diyalogê dike.
Serokwezîrê Îtalya di nameya xwe de ku ki roja 2017/12/27 ji bo Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şandiye, dibêje Îtalya bi giringî berê xwe dide rewşa navbera Îraq û Herêma Kurdistanê.
Her wiha gotiye: berhingar bûna terorê xala me ya hevpar e û em gelek bi gavên leşkerî ji bo rizgar kirina bajêran ji destê DAIŞê razî ne.
Gentiloni li dawiya nameya xwe nivîsandiye: Parastina Aramiya deverên rizgarkirî faktereka bingehîn e ji bo vegeryana koçberan û pêşî girtina vegeryana gefên terorê. Îtalya perwerdeya leşkerî bi hêzên leşkerî û polis li Îraq û Herêma Kurdistanê dike û di refa pêşîn ya şere dijî terorê dimîne.