Hikûmeta Herêma Kurdistanê
THU, 18 APR 2024 09:17 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî bersiva Ebadî dide

THU, 4 JAN 2018 02:16 | KRG Cabinet

Sefîn Dizeyî Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Sefîn Dizeyî peyvdarê fermiyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî, roja 03.01.2018ê,  bersiva daxuyaniyên Heyder Ebadî Serokwezîrê Îraqa Federal dide.

Ev li jêr teksta wê daxuyaniyê:

Duhî (02.01.2018) birêz Heyder Ebadî di preskonferensa xwe ya piştî civîna Civata Wezîrên Îraqa federal de, çend pirs li dor rêjeya/nisbeya berhemanîn û firotina nefta Herêma Kurdistanê, miaş û çend pirsên din li ser Herêma Kurdistanê, azirandin.

Di demekê de ku çend hewilên navxweyî û derveyî welat ji bo destpêkirina diyalog û çareserkirina pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqa Federal hene, herwesa, piştî  heftiya borî çend gavên erênî me ji aliyê Bexdayê ve dîtin û me hest bi wê yekê kir ku ji bona destpêkirina diyalogê û çûna şandeyeke Herêma Kurdistanê bo Bexdayê atmosferekî erênî heye, lê careke din birêz serokwezîrê Îraqê bi zimanekî ku xizmeta wê atmosfera erêniya heye nake axivî û komeke zaniyariyên nerast li dor çend pirsên peywendîdar bi Herêma Kurdistanê ve behis kirin.

Bi baweriya me civîn û danûstandinên cidî rêya raسt ya çareserkirina hemû pirsgirêkane,  ne gotin û daxuyaniyên rojnamevanî ku  ev nêzîkî sê mehane berdewame û di warê piraktîkê de tu berhem nebûye. Cara duyeme di preskonferensa xwe de birêz Ebadî behsa berhemanîn, firotin û dahatiniyê nefta Herêma Kurdistanê dike û hijmarên nerast dibêje, ji ber hindê, em çend xalên li jêr zelal dikin:

1- Piştî ku di destpêka sala 2014ê de Hikûmeta Îraqê budceya Herêma Kurdistanê qut kir, hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi hinardekirina neftê kir û ji hîngê were ew dahatinyê neftê ji bo miaşan tê xeric kirin.

2- Her du salên 2014 û 2015an Herêma Kurdistanê ji dahatiniyê neftê û dahatiniyê navxweyî, bê paşkeftkitin, miaş daye, sala 2016ê û sala 2017ê jî, piştî bineçarî sîstema paşkeftkirinê hatiye peyrew kirin, 12 tirlyon û 77 milyar û 764 milyon dînar ji bo miaşan hatine xeric kirin ku hemû ji wê dahatiniyê bû.

3- Birêz Ebadî dibêje: meha 10 a sala 2017ê Herêma Kurdistanê rojane 450 hezar bermîlên neftê hinrdekirine, lê ji hemû aliyan re eşkereye ku piştî bûyerên 16.10.2017ê her du bîrên neftê yên Avana û Bay Hesen ku rojane 250 hezar bermîlên neftê hebûn, ketine jêr destê hikûmeta Îraqê û Kompaniya Nefta Bakur û ji hîngê were hinrdekirina neftê ji wan her du bîran rawestaye, ji wê roje were dahatiniyê Herêma Kurdistanê jî bi nîvî bûye.

4- Ji 16.10.2017ê û heta dawiya sala 2017ê Herêma Kurdistanê rojane 265 hezar û 970 bermêlên neftê dişîne ku bihayê wê nake du tirlyon dînar weke birêz Ebadî îdiya dike.

5- Wezareta samanên xwezayî ya Herêma Kurdistanê ji sala 2014ê û heta sala 2016ê her meh rapora berhemanîn, firotin û dahatiniyê neftê eşkere kiriye. Ji destpêka sala 2017ê jî were kompaniya cîhanî Deloit hûrbîniyê di vê pirosesê de dike û di demek nêzîk de rapora xwe ya şeş mehên destpêka sala 2017ê diweşîne. Ew jimareyên wezareta neftê ya hikûmeta Îraqê weşandine û birêz Ebadî jî îşaretê bi wan hijmareyan dike bi guman in, çumkî ji sala 2016ê were endametiya Îraqê di Destpêşxeriya Şefsfiya Navdewletî (EITI)  de, ji ber nebicîkirina pîvanên wê rêxstinê, hatiye cemidandin.

6- Miaşê yek mehê yê miaşgirên Herêma Kurdistanê zêdetir ji 850 milyar dînar e,  tevî paşkefta bi neçarî jî, ji bo her mehê dike 600 milyar dînar, lê birêz Ebadê dibêje 300 milyar dînar e. Dahatiniyê mehane yê nefta Kurdistanê ya sê mehên dawî ji sala 2017ê 544 milyar dînar bû ku buhayê nefta Brent e, ne nefta herêma Kurdistanê û nejî nefta Îraqê bi buhayê Brent nehatine firotin. Em nizanin çavkaniya van zaniyariyên nerast yên birêz Ebadî çiye û ew çewa dikare wan zaniyariyan piştrast bike?

7- Lihemberkirin û hevterazûkirina têçûyê nefta Herêma Kurdistanê û nefta Îraqê nedirust û nerewaye ku birêz Ebadî bi 11 hezar dînarê îraqî danaye. Birêz Ebadî bi xwe jî baş dizane ku girêbestên Herêma Kurdistanê girêbestên beşdarîkirin  li berhemanînê, ne weke yên Îraqê ku girêbestên xizmetgozarîn e û temenê wan bilokan bi dehan sale. Di pirojeya budceya sala 2018ê ya Îraqê de 28 tirlyon û 770 milyar dînar ji bo xerciyêm wezareta neftê ya federalî û kompamiyên neftê li Îraqê veqetandine, lê ji bo kompaniyên neftê li Herêma Kurdistanê tiştek nehatiye veqetanidn û Herêma Kurdistanê pabendkiriye rojê 250 hezar bermîlên neftê hinarde bike.

8- Di budceya sala 2018ê ya Îraqê de 334 milyar dînar ji bo miaşên Herêma Kurdistanê veqetaninde ku, tevê paşkeftê jî, dike nîva miaşê miaşgirên Herêma Kurdistanê, lê di pirojeya budecya sala 2017ê ya Îraqê de 497 milyar dînar bû, sedemên kêmkirinê nerdiyarin, di demekê de ku jimara karmendan eynî jimareye û tu guhertinek di miaş û dermaleyê de çênebûye.

9-  Digel qutkirina budceya Herêma Kurdistanê di destpêka sala 2014ê de, wezareta neftê ya Îraqê hinartina berhemên neftê ji bo Herêma Kurdistanê rawestandin ku, mafekî destûrî yê xelkê Herêma Kurdistanê ye û viyabû li gor rêjeya nifosê bişîne ku pêwîstî bi 300 milyon liter sotemenî heye, lê hikûmeta Îraqê bi tenê 30 milyon liter şandine. Tevî vê jî heta niha cotkarên Herêma Kurdistanê şayîsteyên xwe yên darayî yên sala 2014ê heta sla 2017ê  ku dike 733 milyar dînar, wernegirtine.

10- Ji sala 2015ê were Herêma Kurdistanê tu carî pişka xwe ya dermanan 100% wernegiritye, ew dermanên wergirtine jî,  ji 60% ne zêdetir e.

11- Li dor xerickirina miaşê hindek rêveberiyên diyarkirî weke; bendav, regezname û îqame ew bi xwe karmendên federalî ne li Herêma Kurdistanê kar dikin û li gor destûrê miaşê wan li ser hikûmeta Îraqê ye. Eger rêveberiya bendavan weke mînak bigirîn, hijmara karmendên wê bi tenê 429 karmend in û miaşê wan her mehê 389 milyon dînar e.

 

Sefîn Dizeyî
Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
03.01.2018
Hewlêr