Hikûmeta Herêma Kurdistanê
WED, 24 APR 2024 17:20 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Hikûmeta Herêma Kurdistanê tometên Muhsin Rezayî red dike

SAT, 6 JAN 2018 21:41 | KRG Cabinet

Mapereka Îranê ya binavê Tesnîm li ser navê Sekrererê Giştiyê Civata Destnîşankirina Berjewendiyên Îranê, Herêma Kurdistanê bi hindek tometên vala tawanbar dike û dibîje xwepîşandanên Îranê ji Hewlêr tên rêvebirin.

Sefîn Dizeyî Peybdarê Hikûmeta Kurdistanê wan tometên vala red dike û dibêje ku ew tomet çêkirîne û ji rastiyê dûr in.

Teksta daxuyaniya peyvdarê hikûmetê:

Malpera Tesnîm ya Îranê daxuyaniyeka Muhsin Rezayî sekreterê giştiyê Civata Destnîşankirina Berjewendiyên Îranê weşandiye û Rezayî bi gotinên vala Herêma Kurdistanê tometbar dike ku  guwaye xwepîşandanên Îranê ji Hewlêrê tên birêvebirin.

Em bi hemû awayan van tometên çêkirî û bê bingeh  ku ji hemû rastiyekê dûr in, red dikin. Herêma Kurdistanê bi kiryar selamndiye ku hertim faktera aramî û tenahiya deverê bûye û hertim rê nedaye û rê nade bibe sedema alozî û dirustbûna kaosê li welatên cîran.

Herêma Kurdistanê digel welatên cîran, herêmî û cîhanê jî hertim xwestiye têkeliyên dostane li ser bingeha qedirgirtin û berjewendiyên hevbeş hebe. Ev awayê daxuyaniya bi tu awayî xizmetê bi cîrantî û têkeliyên Herêma Kurdistanê digel Îranê nakin.

Sefîn Dizeyî
Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
06.01.2018