Hikûmeta Herêma Kurdistanê
FRI, 19 APR 2024 07:39 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Nêçîrvan Barzanî: Hûrbînî li dahata petrola Herêma Kurdistanê gaveka giring e

TUE, 9 JAN 2018 11:12 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî roja duşem 2017/1/9  li civîneka rojnamevanî bal kişande ser hin pirsên giring yên Herêma Kurdistanê û deverê.

Serokwezêr derbarê Civîna Encumena Wezîran xuya kir hûrbînî li dahata petrolê babeta sereke ya civînê bû. Li gor yasa ya sala 2016 ya Encumena Wezîran,  biryar hatiye dan kompaniya yên navdewletî hûrbînî ya piroseya petrol û gaza Herêma Kurdistanê bikin. Îro bi ragihandina hûrbînî li piroseya deranîn û firotina petrolê, me gaveka giring avêtiye.

Her wiha got piroseya hûrbîniyê ji aliyê Kompaniya Deloitte  bi çavdêriya  Komîteya Petrol û Gaza Herêma Kurdistanê bûye.

Derbarê hinartina mûçe yên karmendên Herêma Kurdistanê ji aliyê Baexdayê xuya kir komîteyek ji aliyê Bexdayê ji bo pirsa mûçe yên wezaretên perwerde û tendirustî pêk hatiye, em ji bona asankarî û alîkariyê ji bo vê pirsê berhev in. Lê heya niha çi mûçe ji Bexdayê negihiştiye Herêma Kurdistanê û em hêvîdar in ev pirse ser bigire û Bexda mûçe yên hemû wezaretên Herêma Kurdistanê binêre.

Her wiha got bexda pare yên cûtkarên Îraqê daye, lê mixabin pare yên cûtkarên Herêma Kurdistanî nedaye ku nizîkê 700 Milyar Dînaran qerdarê cûtkarên Herêma Kurdistanê ye.

Serokwezîr derbarê bersiva nameya Serok komarê Îraqê  ji bo destpê kirina diyalogê tevî Bexdayê xuya kir me bersiva nameya wî daye û berhev bûna xwe jî ji bo destpêkirina dan û sitandinan nîşan daye. Her dema ku Bexda berhev be, em jî berhev in.

Serokwezîr derbarê daxuyaniya Heyder Ebadî Serokwezîrê Îraqê li ser “dahata petrola Herêma Kurdistanê ku para mûçe yên karmendên Herêma Kurdistanê dike” xuya kir: List û hijmar diyar in, me bi amar bersv daye. Em hêvîdar in hûrbîniya ku ji aliyê Kompaniya Deloitte hatiye encamdan yarmetîder be ji bo vê yekê ku bizanin dahata petrola Herêma Kurdistan para mûçe yên karmendên wê nake.

Derbarê rêkevitina PDK û YNK ji bo hilbjiartina parêzgarê nû yê Kerkukî jî xuya kir li civêna navbera her du aliyan besha vî yekê hatiye kirin, lî heya niha rê neketine, biryar e civîn ji bo vê pirsê berdewam bin.

Serokwezîr derbarê serdan kirina Tirkiyê jî got têkilî  berdewam in, le ta niha çi demek ji bo serdan kirina vî welatî nehatiye diyar kirin. Em hêvîdar in têkilî yên navbera Herma Kurdistanê û Tirkiyê normal bibe. Tirkiye ji bona Herêma Kurdistanê welatekê giring e û Herêma Kurdistanê daxwaza têkilî yên baş tevî welatên cîran dike.

Derbarê hilbijartinên Herêma Kurdistanê jî xuya kir ta niha çi aliyek dijî sazkirina hilbijartinan niye. Me tevî Kimîsiyona Hilbijartinan kar kiriye û em pêdawîstî yên wan ji bo hilbijartinê berhev dikin. Biryar e hikûmet, palreman û komîsiyon  ji bo diyar demê saz kirina hilbijartinan biciv in. Em hêvîdar in li demê heftiya din, em bi hev re bicivin û bikarin rojekê ji bo saz kirina hilbijartinan diyar bikin.

Serokwezêr derbarê hewlên Bexdayê ji bo ereb kirina Kerkûkê  û deverên din jî got ereb kirina wan deveran pirseka giring e û em bi dilgiranî berê xwe didin wan gavan ku dibin sedema alozî yên pitir û em hêvîdar in Bexda bi awayekî cidî li ser vê pirsê kar bike û divê destûra Îraqê ji bo çareser kirina pirsgirêka wan deveran bihê bi cih anîn.

Derbarê pirsa refrandomê jî ragihand: Me berî niha helwîsta xwe nîşan daye û pêwîst nake careka din dubare bikim.

Serokwezîr li dawiyê jî ev yeke ret kir ku li civîna roja dşem navera PDK û YNK  behsa lîsta hevbeş ji bo hilbijartinên Îraq û Herêama Kurdistan hatiye kirin. Lê pêşniyazek hatiye kirin ku partî yên Kurdistanî bi yek lîst pêşkdarê hilbijartinên Îraqê bibin.