Hikûmeta Herêma Kurdistanê
THU, 25 APR 2024 17:37 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Wezîrê Derve yê Fransayê serdana Bexda û Hewlêrê dike

THU, 25 JAN 2018 22:52 | KRG Cabinet

Di çarçoveya beşdarîkirin di çalakiyên Korbenda Aboriya Cîhanî li Davodê de, roja 25.01.2018ê, Nêçîrvan Barzanî digel Jean-Yves Le Drian wezîrê derve yê Fransayê civiya û Le Driyan kêfxweşiya xwe li hember destpêkirina diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê nîşan da û piştevaniya xwe ji bo prosesa diyalogê nîşan da û hêvî xwest ew danûstandin berdewam bin heta hemû pirsgirêk çareser dibin.
Wezîrê derve yê Fransayê got ku ew dê beşdsriyê di konferensa avadankirina Îraqê li Kwêtê de bikin û berî konferensê ew dê serdana Bexda û Hewlêr bike.

Nêçîrvan Barzanî bi navê gel û hikûmeta Herêma Kurdistanê sipasiya serok, hikûmet û gelê Fransayê kir ku berdewam hevkar û piştevanên Herêma Kurdistanê ne û xebatên serokê Fransayê Emanuell Macron yên ji bona destpêkirina diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê bilind nirxand.

Serokwezîr ji wezîrê derve yê Fransayê re behsa danûstandin û karê hevbeşê komîteyên hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqa Federal û serdana xwe ya dawiyê bo Bexdayê kir û got ku giringe ew prosesa destpêkiriye heta hemû pirsgirêk çarser bibin berdewam be heta du alî bigihin encamekî ku di berjewendiya Hewlêr û Bexdayê de be. Serokwezîr, herwesa, behsa prosesa siyasî û hilbijartina li Herêma Kurdistanê kir.

Rewşa koçber û penaberan,  bi taybetî kirîstiyan û êzidî, li Herêma Kurdistanê û hervkarîkirina wan û qona piştî DAÎŞê hin mijarên din yên civînê bûn.