Hikûmeta Herêma Kurdistanê
WED, 24 APR 2024 02:32 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Qubad Talebanî: Hêşta sedemên serhildana DAÎŞê nehatine çareser kirin

THU, 25 JAN 2018 22:46 | KRG Cabinet

Qubad Talebanî

Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr Herêma Kurdistanê, di roja duyem ya çalakiyên Korbenda Aboriya Cîhanî li Davosê, roja 25.01.2018ê, beşdarî di panelekê de ku taybet bû bi rewşa Îraq, Suriye û avadankirina ew deverên li wan her du welatan ji bin destê grûpn terorîstên DAÎŞ hatin rizgar kirina bû. Serokê Banka Cîhanî û Cîgirê Serokwezîrê Lubnanê û rêveberê kompaniya Crescent Petroleum û çend kesatiyên din di wê panelê de beşdar bûn.

Talebanî di axavtina xwe de îşaret bi wê yekê kir ku, ew deverên ji bin destê DAÎŞê hatine rizgar kirin bi tenê pêwîstiya wan bi avakirina xanî û avahiyan nîne, lê belê di warê aşitiya civakî û dirustkirina baweriyê û pêkvejiyana pêkhateyên cuda de, pêwîstî bi karekî mezin heye, ji ber ku rêxistina DAÎŞê di warê civakê û pêkvejiyanê de tesîreke gelek xerap li ser pêkhateyên wan deveran kiriye.

Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê behsa kar û çalakiyên hikûmeta Herêma Kurdistanê di nava çar salên borî de, pêşwazîkirin û hewandina hijmareke zêde ya koçber û penaberên destê terorîstên DAÎŞê û xizmetgozariyên bi wan hatine pêşkeş kirin kir û hêvî xwest ku di prosesa avadankirina ew deverên ji bin destê DAÎŞê rizgar kirine, Herêma Kurdistanê jî li ber çavan bê girtin.

Talebanî diyar kir ku, hêşta hokar, fakter û hizra DAÎŞê li deverê maye û bi pêwîstî zanî ku di warê hizir û fikrê de DAÎŞ bê binbir kirin û divê ew hokarên bûne sedema serhildanan DAÎŞê nemînin û çaresr bikin.