Hikûmeta Herêma Kurdistanê
SAT, 20 APR 2024 03:41 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Panorama ya dîdar û civînên Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li Davosê

SAT, 27 JAN 2018 02:08 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi serokatiya şandeyeke balaya Herêma Kurdistanê ji bo beşdarîkirin di çalakiyên Korbenda Aboriya Cîhanî de, roja sêşema borî 23.01.2018ê, gihşte bajarê Davos li Swîsreyê.

Êvariya eynî rojê, Nêçîrvan Barzanî digel serok, serokwezî, şah,  serkirdeyên cîhanê û mêvanên Korbenda Aboriya Cîhanî li Davosê, beşdarî di merasima pêşwazî û şîvxwarnê ku ji aliyê Klaus Schwab damezrênerê Korbenda Aboriya Cîhanê û hevjîna wî Xatûn Hilde Schwab ve hatibû amadekirin, kir.

Di nava her sê rojên xebat û çalakiyên korbendê de, Nêçîrvan Barzanî û şandeya pê re, digel her yek ji; Şah Ebdula Şahê Urdinê, Karen Karapetyan Serokwezîrê Ermenistanê, eyder Ebadî serokwezîrê Îraqa federal, Jefry Feltman Cîgirê sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî (NY) ji bo karûbarên siyasî, Raşid Xanûşî  serokê Partiya Nezheya Tunisê,  Isabella Lövin Cîgira Serokwezîrê Swêdê, Jean-Yves Le Drian wezîrê derve yê Fransayê, Ursula von der Leyen wezîra beravniya Almanyayê, Kentora Sonura şêwermedê serokwezîr û serokê şandeya Japonê ji bo konferensa Davosê û digel hijmareke siyasetmedar, kompanî, kesatî û çalakvanên civaka medenî dîdar û civîn pêkanîn.

Di wan dîdar û civînan de, Serokwezîrê Kurdistanê behsa danûstandinên navbera hikûmeta Herêma Kurdisatan û hikûmeta Îraqa Federal, serdana xwe ya dawiyê ji bo Bexdayê û civîna digel Serokwezîrê Îraqa Federal Heyder Ebadî û kar û xebatên komîteyên hevbeşên  ji aliyê Hewlêr û Bexdayê ve hatine pêkanîn kir û ev gavên heta niha hatine avêtin bi destpêkek baş ji bo danûstanidn û çareserkirina pirsgirêkan wesif kir û got ku, ew gavên heta niha hatine avêtin gavên erênî û başin.

Serokwezîr di civnên xwe de digel hemû aliyan tekîd li ser wê yekê kir ku piştevaniya civaka navdewletî ji bona serxistina diyalog û çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê bi pêwîstiyeke.

Di wan civîn û dîdaran de, helwesta aştiyane ya Herêma Kurdistanê ji bona çewaniya çareserkirina arîşeyan bi hikûmeta Îrqaq federal re, bi qedir û qîmet hat nirxandin û ji aliyê dostan ve piştevanî li wê helwesta Herêma Kurdistanê hat kirin. Herêma Kurdistanê bawerî da kompanî û şirketan ku sermayeyê xwe li Herêma Kurdistanê, di warên cuda de, birazînin û di warên cuda de berhemanînê bikin û têkeliyên xwe yên bazirganî û aborî bi Herêma Kurdistanê re, niha û paşerojê, geş bikin.

Zêdetir pêşxistina têkeliyên Herêma Kurdistanê digel welatan di hemû waran de, rewşa koçber û penaberan,  alîkariyên civaka navdewletî ji bo Herêma Kudistanê, xwesteke Herêma Kudistanê ku beşdariyê di konferensa avadankirina Îraqê li Kwêtê de bike û jê sudmend be, rewşa herêmî bi giştî û rewşa Îraqê bi taybetî û hilbijartinên bên yên Îraq û Kurdistanê çend mijarêndin yên wan civînê û dîdarên Serokwezîrê Kurdistanê li Davosê bûn.

Weke tê zanîn şandeya balaya Herêma Kurdistanê a bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî ji bo Davosê ji; Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr, Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê, Aştî Hewramî wezîrê samanên xwezayî, Felah Mistefa berpirsên têkeliyên derve û Amanc Rehîm sekreterê ciavta wezîran pêkatibû.