Hikûmeta Herêma Kurdistanê
WED, 17 APR 2024 00:36 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Nêçîrvan Barzanî û Jan Kubis pêdagiriyê li ser berfireh kirina têkiliyên navber Hewlêr û Bexdayê dikin

SUN, 4 FEB 2018 17:58 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja yekşemê 04.02.2018 li bajarê Hewlêrê, digel Jan Kubis Şandiyê Taybetiyê Sekreterê Giştiyê Neteweyên Yekgirtî (NY) ji bo karûbarên Îraq û Elis Walbol Cîgra  şandiyê taybetiyê Sekreterê NY civiya û rewşa dawiyê ya têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê nirxandin.

Di civînê de, Jan Kubish kêfxweşiya xwe li hember pêşveçûnên rewşa têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û bi taybetî civînên ku vê dawiyê li ser asta bala di navbera her du serokwezîran; Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Îraqa Federal hatine encam dan, nîşan da û berheviya xwe ji bo hevkarî û piştgiriya bi armanca civînên zêdetir di navbera Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina tevaya pirsgirêkan û bi taybetî pirsa miaşê miaşgirên Herêma Kurdistanê û vekirina balafirxanyan diyar kir.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya xebat û piştgiriya Jan Kubish yên di warê danûstandin û diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê de kir û amaje bi wê yekê kir ku her çiqas hêşta ji bona çareserkirina pirsgrikan gelek gav mane bên avêtin, lê destpêkirina danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê ji bo destpêkkirina diyaloga cidîtir di navbera her du aliyan de bi destpêkek baş  daye zanîn.

Çend pirsên peywendîdar bi rewşa herêmî, Îraq û Herêma Kurdistanê mijarên din yên civîna navbera şandiyê taybetiyê sekreterê giştiyê NY û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bûn.