Hikûmeta Herêma Kurdistanê
FRI, 26 APR 2024 02:19 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Fransa piştîvaniyê ji çareser kirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê dike

TUE, 13 FEB 2018 10:30 | KRG Cabinet

Wezîrê Derve yê Fransayê  Jean-Yves Le Drian bi seroaktiya şandeyekê ku, ji wezareta derve û balyozxaneya vî welatî li Bexda û konsulxaneya Hewlêrê pêkahtibû, bi serdaneka fermî gihişte Hewlêrê û roja duşemê 12.02.2018 digel Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê civiya.

Di civînê de ku Qubad Talebanî Cîgirê  Serokwezîr û hin birpirsln din berhev bibûn, dawîn pêşhatên danûstandinên komîtên teknîkî navbera Hewlêr û Bexdayê  ji bona gotûbêjkirina çend pirsan pêk hatine nirxandin.

Herwiha behsa dîdar û civînên navbera her du serokwezîran, Nêçîrvan Barzanî û Heyder Ebadî li Bexadayê û Davosê kirin. Her du aliyan hêvî xwestin ku ew kanala ji bo danûstandinê hatiye vekirin bi encamên erênî bigehe û bibe sedema destpêkirina danûstanidinên siyasî ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan.

Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe bi serdanan Wezîrê Derve yê Fransayê ji bo Hewlêrê nîşan da û careka din sipasiya Serok Macron kir ku piştî aloziyên oktobera borî yekem car li Parîsê pêşwazî li şandeya Herêma Kurdistanê kir û ambargoya siyasî û diplomasî ku li ser Herêma Kurdistanê hatibû sepandsin şikand.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bi navê gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya rola Fransa bi taybetî rola Serok Macron kir û ragehnad ku gelê Kurdistanê piştgirî û hevkarî yên Fransayê tu carî ji bîr nake û alîkarî û hevkarê yên vî welatî bi çavê rûmet û qedirgirtinê dinirxîne.

Gotûbêjkirina rewşa herêmê, prosêsa siyasî li Îraqê, hibijartinên Îraq û Herêma Kurdistanê, qonaxa piştî DAÎŞê, Konferensa Avadankirina Îraqê li Kuwêtê û giringiya beşdariya şandeya Herêma Kurdistanê di vê konferensê de çend mojarên din yên civîna Serokwezîrê Kurdistanê  û Wezîrê Derve yê Fransayê bûn.