Hikûmeta Herêma Kurdistanê
THU, 18 APR 2024 07:51 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Barzanî û Zerîf pêşxistina têkeliyên Herêma Kurdistanê û Îranê gotûbêj dikin

SUN, 18 FEB 2018 21:46 | KRG Cabinet

Di sêyemîn roja Konferensa Asayîşê li Munchen li Alamnyayê, Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 18.02.2018ê digel Mihemed Cewad Zerîf wezîrê derve yê Komara Îslamiya Îranê û şandeya pê re civiya û têkeliyên dêrîn yên navbera Kurdistan û Îranê û pêşxistina wan têkeliyan gotûbêj kirin.

Seredana Serowkezîr Nêçîrvan Barzanî ji bo Taranê, dîdar û civînên bi berpirsên Komara Îslamiya Îranê re  û encamên wê seredanê, diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê, di civînê de, hatin gotûbêj kirin û di vê çarçoveyê de, her du aliyan tekîd li ser çareserkirina hemû pirsgirêkên navbera Hewelêr û Bexdayê li ser bingeha destûra Îraqê, kir.

Rewşa siyasiya Îraq û herêma Kurdistanê, hilbijartinên bên yên Îraqê, rewşa herêmî bigiştî çend mijarên din yên civîna serowkezîrê Herêma Kurdistanê û wezîrê derve yê Komara Îslamiya Îranê bûn.

Di civînê de, Fuad Hisên Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa Berpirsê Têkeliyên derve û Dilşad Barzanî Nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê li Almanyayê amade bûn.