Hikûmeta Herêma Kurdistanê
WED, 24 APR 2024 08:32 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Barzanî û de Mistura li Munchen civiyan û rewşa Suriyê nirxand

SUN, 18 FEB 2018 22:07 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, di çarçoveya çalakiyên konferensa Asayîşê li Munchen, roja 18.02.2018ê, digel Steffan de Mistura şandiyê taybetiyê Neteweyên Yekgirtî (NY) ji bo Suriyê, civiyan û rewşa Suriyê û rewşa herêmî bi giştî gotûbêj kirin.

Di civînê de, rewşa aloza Suriyê, pêşhatên dawiyê yên herêmî û rêya çareserkirina pirsa Suriyê bi aşitî, qonaxa nuha rewşa Suriyê tê de derbas dibe, encamên civînên navdewletiyên li ser pirsa Suriyê û vegerandina aramî û îstîqrarê ji bo gelên Suriyê, bi hemû pêkhateyan ve, hatin behis kirin.

Her du alî li ser wê yekê hevfikir bûn ku divê hemû pirsên herêmî bi giştî û pirsa Suriyê bi taybetî, bi aşitî bên çareser kirin û mafê hemû gelên Suriyê û gelê kurd jî, weke pêkhateyeke serekî ya wî welatî, bên dabîn kirin.

Operasyona Efrînê û parastina hevwelatiyên sivî û xwedûrxistin ji tundûtûjiyê mijarên din yên civînê bûn.

Di civînê de, Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdisanê û Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve amade bûn.